Min Jî Têxe Navberê ! 06:18 31.08.2008 Rojekê Bûbo derketiye ser rê, destê xwe ji dolmîşa nav bajêr re bilind kiriye. Ajovanê dolmîşê her deh tiliyên xwe nîşan daye û destê xwe kil kiriye, wekî bêje "dolmîş tijî ye, cih tune."Bûbo jî destê xwe bilind kiriye û tiliya xwe ya mezin xistiye nav tiliya şehadet û navîn, wekî bêje "nah". Li ser vê yekê ajovan siware sekinandiye, peya bûye û gazî Bûbo kiriye:- Tu çi mirovekî bêterbiye yî. - Tu bêterbiye yî, ew çi hereket bû te kir? - Min got cî di siwareyê de nemaye, ma min çi got? - Min jî got min di cihekî re rake, ma min çi gotiye?Ji berhevka Rêzan Tovjîn