Kalo Xurifiye 07:00 22.08.2008 Kalê Hiso doza zewacê dike. Kalo Huso 77 salî ye, çûye keçikek 23 salî xwestiye. Zarokên Kalo Huso, neviyên wî temam li ber digerin:- Kalo wisa neke, dê zarokên te sêwî bimînin li erdê, qelbê te yextiyar e, li ber xwe nade, tê di hembêza keçikê de bimrî, dê keçikek li ser koka te û malê te rûne.Çi dikin nakin Kalê Huso dizewice. Şeva yekem dikeve hundir û dernakeve. Serê sibehê dereng deng ji kalo nayê. Roj diçe nîvroj, zarok debar nakin diherin derî vedikin. Dinihêrin ku jina wî ya ciwan tiştek li xwe nixumandiye û serî di ber de, per û perîşan di derî re reviya. Zarok dibêjin: - Çi bi kalo hatiye?Bûk dibêje:- Tişt bi kalo nehatiye. Xurifiye. Dike dike û dîsa ji bîr dike, dîsa dike, ez mirim.Ji berhevka Rêzan Tovjîn