Ezmûna Bi Tûranûs 07:57 16.08.2008 Silêman ketiye ezmûna memûriyê ya dewleta tirk.Lê qet li dersan nexebitiye, derê pirtûkê venekiriye, bersiva tu pirsan nizane. Silêman li ber maseyê rûdine û pereyekî hesin ê tirk dixe destê xwe û davêje hewa. Pere dikeve erdê, li gor rûyê pere, heke resmê Ataturk hatibe bersiv A ye, heke hejmar hatibe bersiva pirsê B ye.Silêman bi vî rengî hemû pirsan dibersivîne û mamoste jî ji dûr ve lê dinihêre, pê dikene.Hemû xwendekar ezmûna xwe xilas dikin derdikevin, Silêman dimîne herî dawî. Mamoste aciz dibe dihere cem wî:- Silêman hemû kes derketin, malneket te bi tûranûs hemû bersiv da, lê hêj tu li dawiya hemûyan jî dimînî, çima ?- Mamoste, ez niha jî bi tûranûs dinihêrim hela bê kîjan bersiv rast derketine !!!Werger: Rêzan Tovjîn