Kurê Min Çima Reşik e ? 07:00 14.08.2008 Alper rojekê bi girî dihere qehweya taxê. Hevalên wî bi berketin radibin ser xwe, li ber dikevin, dibêjin: "Xêr e, çi ye Alper, çi bûye?" Alper bi girî dibêje "kurekî min çêbû, lê ez nizanim ez ê çawa xwe nekujim!" Hevalên wî bi meraq dipirsin: "Bi xêr be, xwedê bi dê û bav mezin bike, lê çima tu ewqasî li ber dikevî? Divê kêfa te bihata!" Alper dibêje: "Ez spî, dayik spî, çima kurik reş hatiye?" Hevalên wî bi hev re dibêjin "hellaaaa, li hîkmeta xwedê binihêre!!!"Alper dibêje: "Min ji diya wî pirsî. Rojekê reşikekî di xew de bera wê daye, gelo dibe ji wê xewnê be?"Hevalekî wî dibêje: "Wele ji berdanê nabe, lê heke zeft kiribe nizanim."Ji berhevka Rêzan Tovjîn