Çima dikenî? 07:00 11.08.2008 Di dema Osmaniyan de, firotana tiştan li kuçe û kolanan li ser erebokan tê qedexekirin. Dibêjin her kesekî ku li ser erebokan çi bifiroşe em ê tiştên wî di qûna wî kin. Rojek zabitên osmaniyan yekî digirin ku li ser ereboka xwe arûngan difiroşe û pê de hêrs dibin û dest pê dikin yeko yeko arûngan dikine qûna wî. Lê mêrik her dikene. Yek, du , sê.., serê zabitan dibêje ka bisekinin ev dîn bûye, çima dikene û jê pirs dike:- Ma tu dîn bûyî, em arûngên te dikine qûna te, tu dikenî, te xêr e?Mêrik:- Na ez dîn nebûme û bi xwe jî nakenim, ez bi hevalê xwe dikenim, bi paş min ve tê, ew zebeşan difiroşe!..