Ez jî êdî şer dikim 07:00 04.08.2008 Leşkerên romê rojekê lê dixin diçin gundekî ku yekî bigirin bînin. Lê riya gund baş nizanin. Gundekî çiyê ye û leşker di rê de winda dibin. Wisa dibe ku ne riya gund derdixin û ne jî ya vegerê.Qedereke xweş wisa li hev diçin û tên, lê tu çareyekê nabînin. Ha dibînin ku wa mêrek. Serleşker di cî de fermanê dide leşkerên xwe ku herin wî bigirin û bînin. Leşker zûzûka wî digirin û tînin ba fermandarê xwe. Fermandar bi tirkî jê pirs dike:- Oxlim bîze şehrîn yolunu goster (Kurê min, ka riya bajêr şanî me bide).Gundî ku bi tirkî nizane, tenê ji hevokê peyva şehir mîna şer fam dike û dibêje:- Komutan, na ez şer nakim.Fermandarê leşkeran jî wisa têdigihêje ku yê gundî dibêje ew riya şehir nizane. Leşker ji fermandarê xwe re dibêjin ku bila riya gund jê pirs bike. - Oxlim Sirdo ne tarafta? (Kurê min Sirdo li ku dikeve?)Yê gundî vê carê jî peyva Sirdo (ku navê gund e) wekî "Sırt" (pişt) fam dike û jê tirê ku komûtan jê dixwaze ku li pişta wî siwar bibe. Qasek wisa şaş û metal dimîne û ji nişka ve dibêje çirp û direve û bi reva xwe re jî diqîre:- Ez jî êdî şer dikiiimmm!Ji berhevka Mahabad Arda