Xecê û xinamiyê wî 07:00 05.08.2008 Mele û jinek ku her du jî zewicandî ne, dilê wan dikeve hev. Rojekê mele dil dike ku here mala dostika xwe. Lê beriya ku here, derdikeve ser minarê û bi qeydeyê selayê bang li yara xwe dike. Dibêje:- Heya elel seleeeeeeeeeee, mêrê te li mal eeeeeeee, ne li mal eeeeeeee?Jinik bersiv dide yarê xwe:- Wele mêrikê min ne li mal eeeeeeeee, navê dîkê me Enab eeeeeee, ez ê ji melekê xwe re bikim şîş û kebab eeeeeeee.Mele lê difetilîne:- Kûçikê we heye tune yeeeeeeeeeeeeee?Jinik:- Kûçikê me heyeeeeeee, lê hîn cewrî yeeeeeeeee, heba diranan di devan de tuneyeeeeeeeeee. Gava ku melekê min bigireeeeeeee, piçek ji paça wî naçirpîneeeeeee.Ji berhevka Mahabad Arda