E nêr e ha ! 07:00 07.08.2008 Gundiyek rojekê kera xwe dide pêşiya xwe dibe bajêr ku wê bifiroşe. Dema ku nêzîkayî li bajêr dike, leşker pêşiya rê lê digirin û jê pirs dikin:- Nereye? (Bi ku ve diçî)Camêro hema bibêj qet bi tirkî nizane. Wisa fam dike ku leşker dibêje "nêr e ?" Ango dixwaze zayenda kerê hîn bibin. Dibêje wan:- Nêr e bavê min, ez dê bibim û bifiroşim.Leşker careke din lê îcar bi hêrs jê pirs dike:- Nereye? (Bi ku ve diçî?)Leşker hingê hêrs bûye, bi pirsa xwe re şîrqamek, du şîrqam li gundî jî dide. Camêrê me jî pir hêrs dibe û hema hişk bi destê yê leşker digire û dibe dike nav lingên kerê û dibêje: - Hey kurê kerê ez çiqasî ji te re dibêjim nêr e, tu fam nakî tu bi xwe lê binêre.Ji berhevka Mahabad Arda