Mele Tu Çima Dikulî ? 07:01 14.07.2008 Yek dinihêre ku Melê li ser lingekî diçe mizgeftê û bi meraq ji Mele pirs dike:- Xoce te xêr e bi ser lingekî û dikulî? Melê:- Xêr e, xêr e. Min destlimêj digirt û ava min qediya, lingekî min bê destlimêj ma, loma li ser lingekî diherim.