Ew Qûlê Walî ye 07:01 15.07.2008 Yê bektaşî ji bo parsê diçe Misirê. Li çarşiyê nihêrî ku yekî bi libasên pir xweşik û erebeyeke pir xemilandî ye. Ji mirovekjî pirs dike. Gelo ev waliyê Misirê ye? Mirov: - Na qûlê walî ye. Bektaşî, li xwe û rebeniya xwe nihêrî ku tayek ji kincên wî bikişînî dê tiştek li ser nemîne û li qûlê walî nihêrî û destê xwe ber bi Xweda ve vekir û got: - Ya rebî, ka li qûlê walî binihêre û li qûlê xwe binihêre.