Ma Zirara Azanê Ji Pez re Heye? 03:06 11.07.2008 Rojekê du zilamên koçer xwe ji çiyê berdidin û ber bi gund ve diçin. Dema nêzîkê gund dibin, dibînin zilamek derketiye ser banekî, her du destên xwe daye ser guhên xwe û heta jê tê bang dike. Yek ji zilamên koçer ji hevalê xwe dipirse, dibêje:- Miho ev zilam çi kes e, çi dibêje?Miho dibeje:- Kuro Dîno ma tu nizanî, ev meleyê gund e. Bang dide.Dîno dîsa dipirse, dibêje:- Miho bangdan çi ye, ji bo çi tiştî ye?Miho dîsa bersiva wî dide û dibêje:- Bang li gundiyan dike ku werin nimêj bikin.Dîno dîsa tênagîhêje û dibêje:- Wele Miho ez van tiştan qet fêhm nakim. Ka tu ji min re rastî bêje, ev tiştê dike zirara pez jê heye yan na?!Miho dibêje:- Na, na! Qet zirara pez jê nîne.Dîno kêfxweş dibe û berê xwe ber bi mele vedike, dibêje:- Madem zirara pez jê nîne, bavô tu çiqasî qîr didî bide.Şandkar: Hesen Huseyin Deniz