Divê Hûn Duduyan Bibînin 03:10 11.07.2008 Rojekê melkemot xwe dike şiklê mirovekî û li mala malmezinekî, dibêje:- Ez melkemot im, Xwedê ez rêkirime ku ji vê malê ruhê du kesan bistînim. Ka yên ruhê xwe bidin, bila derkevin pêş.Dema melkemot wiha dibêje, xwîn li wechê tevan zer dibe û berê xwe dizîvirînin ser xulamê malê.Xulamê malê radibe ser xwe û dibêje:- Heyra ez ji berê ve hazir im, lê melkemot dibêje ez hatime ruhê du kesan bistînim. Divê hûn duduyan bibînin.Şandkar: Hesen Huseyin Deniz