Pir Derewan Dike ! 07:01 05.07.2008 Li Amerîka yekî çermsor bizinên xwe biriye çêrê. Ji wê de yekî Cowboy (gavan) tê. Yê Cowboy dipirse: - Ev kûçik (se) ê te ye? - Ew min kûçik e! - Ez dikarim pê re biaxivim? - Kûçik nizane axaftin!Dîsa jî Cowboy nêzîkî kûçik dibe. - Tu çawa yî? - Ne xerab im. (Çermsor matmayî dimîne, şaş dibe...) - Ev çermsor xwediyê te ye? - Erê. - Tehdeyê li te dike, an na? - Pir baş e. Rojê du caran ji bo birrîm min derdixe seyranê. Xwarinê dide min, bi min re dilîze. (Çermsor dike dîn bibe) Cowboy ji çermsor dipirse: - Ev hespa te ye? - Ew min hesp e! - Gelo ez dikarim pê re biaxivim? - Hesp nizane axaftin! (Cowboy nêzîkî hespê dibe.) - Tu çawa yî? - Ne xerab im! (Çermsor bêhtir matmayî dimîne, şaş dibe...) - Ev çermsor xwediyê te ye? - Erê. - Ji te re çawa ye? - Baş e. Her roj min derdixe gerê, barekî giran li min nake, rojê 2 caran û her ku ez xwêdan bidin wwêdana min paqij dike û niha ji min re axurekî xweşik çêdike ku tê de êmdan û razangeha min heye.Çermsor ne ji çavên xwe ne ji guhên xwe bawer dike, matmayî rawestyaye. Cowboy dîsa ji çermsor dipirse. - Ev ker jî yê te ye? - Ew min ker e, axaftin zane lê pir dike derew .....Wergera Kurdî Rêzan Tovjîn