Nayê Bîra Min ! 07:01 06.07.2008 Agir bi malekê ketiye. Riyek tune ku mirov bikaribin mirovê li qata jorîn rizgar bikin. Cîranekî gotiye: Zû ji min re xelatekê bînin ez ê mêrik rizgar bikim. Rabûne jê re xelat anîne. Cîran rabû girêkek xweşik avêt xelatê û ji mêrikê jorîn re avêt: - Baş li nava xwe girêde, ez ê te rizgar bikim. Û piştî ku wî li nava xwe girêda cîranê wî kişand. Lê mêrik ket û mir.- Kuro lawo te çi kir? - Wele carekê min yek wisa rizgar kiribû. Lê wê demê ez li jor bûm, an ew li jor bû nayê bîra min.Werger: Rêzan Tovjîn