Heke Ji 4 Aliyan ve Dijmin Were ! 07:01 07.07.2008 Yekî musulman diçe leşkeriyê. Fermandarê wî rojekê di perwerdeyê de jê dipirse:- Ger umeta Muhamed bikeve tengasiyê û kafir ji aliyê bakur ve werin, tê çi bikî?Leşker dibêje:- Fermandarê min, ez ê pişta xwe bidim başûr, berê xwe bidim bakur û şerê wan bikim.Fermandar dibêje:- Yan ku kafir ji başûr de jî werin tê çi bikî?Leşker dibêje:- Ez ê pişta xwe bidim rojhilat û şerê her du milan bikim.Fermandar dibêje:- Ger ji rojhilat jî werin tê çi bikî?Leşker dibêje:- Ez ê pişta xwe bidim rojava û wiha şerê her sê milan bikim.Fermandar vê carê dibêje:- Baş e, ku kafir ji rojava jî werin tê çi bikî?Leşker li derdora xwe dinêre û dibêje:- Fermandarê min, ma qey ez tenê ji umeta Muhamed im? Ma kesekî din nîne?