Ez diqelibînim 07:01 09.07.2008 Agir bi mala yekî ket, mêrê malê bi hewar û gazî her carê xwe li nav agir qeliband. Jin û her du zarokên xwe ji agir xelas kir lê carnan dîsa xwe li nav agir diqeliband. Diçû hundir. Cîranekî jê pirsî: “Cîran te herkes xelas kir, ji bo çi diçî hundir?” Mêrik got: “Xwesiya min li hundir maye. Ez car caran diçim wê diqelibînim.”