Jina Kê ? 07:00 01.08.2008 Girtiyek siyasî jina wî diçe serdana wî. Piştî serdanê girtî diçe qawîşa xwe û hevalên wî jê dipirsin:- Kî bû?- Jina min hatibû serdana min.Di nav girtiyan de yek ji wan pir hişk û sekter e. Di cî de nerazîbûn nîşan dide û dibêje:- Heval, tu çawan dibêjî “jina min” Ev çewan uslûb e. Ka em ew qasî li ser jiyana komun perwerde dibînin, ev çewa gotin e?Girtiyê ku jina wî hatiye serdana wî:- Ê heval min çi bigotana lê? Min bigota jina ME hat?