Kadroyê Girtîgehê 07:00 02.08.2008 Dibêjin ku girtîgeh bûne mîna akademî. Kesek ku 6 mehan di girtîgehê de bimîne, perwerdeyeke giran dibîne û dibe kekê siyasî. Mirovek li Amedê jî ev gotin bi serî ketine û rojek diçe qahwê ji hevalên xwe pirs dike ka dikare çi bike ku were girtin û 6 mehan di girtîgehê de bimîne. Hevalên wî jê re dibêjin:- Here ber Deriyê Çiyê, dirûşmeyek bavêje, bes e. Dê te 6 mehan bigirin.Gotin bi serê wî dikeve û diçe ber Deriyê Çiyê û dirûşman diqîre. Li ser vê tên wî digirin û di lêpirsînê de çi didin ber bêyî ku pirs bike an bixwîne, îmze dike. Wî di serê xwe de teqez kiriye ku dê bi tenê 6 mehan razê. Dema derdixin dadgehê, dadger çi dixwîne, ev ji xwe guhdar jî nake, ji nava xwe têr e camêr. Piştre dibêjin biryar e rabin ser piyan. Hakim cara dawîn pirs dike:- Sûcên te li ruyên te hatin xwendin, tiştekî dibêjî?- Na hakim beg, bi lezekî cezayê min bibirin ez biçim.Hakim:- Ji endametiya rêxistina îlegal, 12 sal û 6 meh cezayê girtîghê me li te birî.Merivê me dizivire dinihêre û ji hakim re dibêje:- Te ji kî re got?Dadger:- Ev cezayê te ye, me li ruyê te xwend, te her tişt qebûl kir.- Na hakim beg nabe, diviya cezayê min 6 meh bûya, ez ji bo wê hatim vir.Dadger:-  6 mehan pir dixwazî?- Belê hakim beg.- De baş e. Binivîse keça min, 13 sal !..Ji berhevka Mahabad Arda