Ew Çi ye Di Çavên Te De ? 07:00 29.07.2008 - Selamun eleykum!- Elêkumeselam, ser çavan. Fermo!- Spas.- Ew çi ye di çavê te de ?- Berçavk e.- Berçavk?! Ma tu çi karî dikî?- Ez profesor im, zanyar im.- Hela! Tu bi her tiştî dizanî pey?- Erê, mirov dikare wisa jî bêje.- Hela! Ji ber ku wê te ew tişt xistiye çavê xwe?- Hema hema wisa ye. Ji xwendina zêde ye.- Subhanela. Ey madem tu bi her tiştî dizanî ka ezê pirsekê ji te bikim, dibe?- Fermo.- Lê heke tu nizanî gerek tu 2 qurişan bidî min.- Bila be.- Dûre tu bipirse, heke min nezanî ez jî 2 qurişan bidim te.- Na, heke te nezanî tenê 1 quriş bide, ez pispor im heke min nezanî ez ê 2 qurişan bidim.- Baş e. De ka bêje ew heywanê ku sêling e û difire kîjan e..........Wele nizanim. Aha ji te re 2 quriş, îcar ez ê pirsekê bipirsim.Fermo! Tu bipirse îcar.Ka tu bêje, ew heywanê sêling û difire kîjan e.Ez jî nizanim. Aha ji te re 1 quriş.  Ji berhevka Rêzan Tovjîn