Em Keran Berdin Wan 07:01 23.07.2008 - Roj baş!- Roj baş kurê min, ser çavan.- Kes li mal heye dayê ?- Na kurê min, ez bi tenê me. Xêr e, tu çi dixwazî ?- Ez ji partiyê hatime dayê, em îmzeyan berhev dikin.- Kîjan partî kurê min?- Partiya me dayê, ya kurdan.- Baş e kurê min, îmzeya çi ye?- Kesên ku ji Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dibêjin “birêz” têne cezakirin. Em jî îmzeyê didin û dibêjin “birêz” û de werin me jî bigirin.- Îcar em têkevin hefsê baştir e kurê min?- Na dayê! Dema em gelek kes îmze bikin dê dewlet nikaribe kesî bigire.- Çima kurê min, herder tijî hefs in, her der tijî leşker û polês in, çima nikare me bigire, ma dê ji hejmara me bitirse?- Dayê dema 100 hezar kes îmze bike dê bixe ku? Dê çawa xwedî bike? Dê dinya jê re nebêje çi? Dê çawa ji bin rabe?- Kurê min madem wisa ye, ka were em di kaxezê de bêjin “em ê keran bera diya we bidin” û em dilê xwe rihet bikin.Ji berhevka Rêzan Tovjîn