Xwezî Slîkonên Min Hebûna 02:18 21.07.2008 Mamoste di dibistanê de ji xwendekaran re behsa dewlemendiyên binerd kiriye. Di dawuya waneyê de ji zarokan pirsiye:- "Kî ji we dixwaze bibe xwediyê kîjan madenê?"Pêşî David bersiv daye:- "Ez dixwazim bibim xwedî madeneke platînê. Min ê ji xwe re jê siwareke Porsche çêkira."Piştre Mike bersiv daye:- "Min dixwest madena min a zêr hebûya. Min ê pê siwareyek modela dawî ya Cadilac bistanda."Herî dawî Joe yê biçûk bersiv daye:- "Min jî dixwest madena min a slîkonê hebe. Ji ber ku du slîkonên xwişka min hene, siwareyên wisa têne ber deriyê me ku hûn nikarin xeyal jî bikin."Werger: rt