Şewitandina George W. Bush 09:03 24.11.2009 Yekî amerîkayî rojekê ku diçû karê xwe, ji nişka ve ketiye nav trafîkeke pir xerab û awarte.Demekê wisa di siwareya xwe de bêdeng maye. Ji nişka ve yekî li paceya kêlekê xistiye. Bi meraq camê dadixe.- Çi bûye gelo?- Hinekan Bush zeft kirine. Ji bo berdana wî 1 milyon dolar pere dixwazin, heke pere neyê dayin dê bi benzînê bişewitînin.- Waa! Aha min îcar fam kir...- Lee! Aha ji bo wê em ji herkesî alîkariyê dixwazin.- Ey herkes li dora çiqasî dibe alîkar?- Hema herkes li dora 5 lîtreyan dide...