Nain nain Ocalan ! 12:45 08.11.2008 Kurdên li Ewropa penaber, li Brukselê çalakiyek li dar dixin. Di çalakiyê de xwarina firavînê goştê elokan dixwin. Keç û xortekî belçîkî jî meraq dikin ku di xwarinê de goştê çi hatiye bikaranîn. Lê bi almanî nizanin. Bi îngilîzî dipirsin: - Êv goştê çi ye? Dinihêrê ku yê kurd fam nake, dibêje: - Moooooo! Yê kurd fam  dike ku behsa goşt dike û dipirse ku goştê çêlekan e, an na. Kurd dibêje: - Nain! Nain! - Meeeee!! - Nain! Nain! Kurdekî baqil xwe bi lez digihîne wir. Dibêje: - Elololololo ! Yê belçîkî fam dike ku behsa elokê dike. Belçîkî dibêje: - Ooo turkey ? (Turkey bi îngilîzî elok e). - Yê kurd dibêje qey belçîkî dibêje ev çalakiya tirkan e. Kurd bi lez dibêje: - Nain! Nain! Ocalan.  Jan ÇIYA