Agir 03:13 15.07.2003 Hêz û tirs û pîroziya li destê xudawendan, saw û tirs û evîna li dilê mirovan, ne bi te û ne jî bêyî te; ne bi dûriya te û ne jî bi nêziya te; her divê bi sînor bî, agir. Carna li nav dilê min î, carna li nav welatê min, carna li bin sêla min, carna hevpar û serdarê jîyana min î û diqijilînî. Her tişt dikare bibe tu, lê tu her wek xwe yî, agir Carna Newroza min, carna ola min û carna jî mirina li destê dijminên min Di nava laşê min de yî.  Di nava xwîna min de.  Dema tu diçî der, ez dimrim; bê jîyan dibim.  Dibim mîna kevirek.  Gelo gîyanî tu?  An jî gîyan tu? Keser û evîna li dilê perperokê, agir.  Ew e evîndarê te yê mezin û bi evîna te diqijile.  Ji xwe dema bikaribûya xwe bigihîne te, wê evîna wê jî ew qas mezin nebûya.  Keser sira evînê ye.  Dema keser namîne, sir jî wenda dibe.  Û evîn pê re. ..................... Carna bûyî malê diziyê û dîyarî ji mirovahiyê re.  Bi destê Promethe. Û hêrsa xudawendan!.. Û tirsa xudawendan!.. Gelo çima ew qas hêrs bûn bi dizîkirina te?  Çima ewqas tirs? Mirovan dema tu nas kirin û te bi kar anîn, şareza bûn.  Tu bingeha zanyariyê bûyî.  Nasîn û bikaranîna te bû destpêka şaristaniya mirovahiyê.  Gelo xudan ji ber vê yekê ew qas hêrs bûn.  Belê!  Ji ber nezanî, Xudayê xudawendan bû.  Û zanebûn dê bibûna tunebûna wan. Û Promethe bû berdela şarezayiya mirovahiyê. Ji bo her pêşketinek berdêlek divê.  Mezinahî ew e ku mirov bizanibe û bikaribe bibe berdêl. ......................... Mîna gogeke dêwîn, daleqandiyî li asîmanên şîngerok.  Û her tişt bi te rohnî dibe.  Her tişt bi te şîn. Tune ji te paqijtir tu tiştek û ji te meztir paqijkerek. Gelo loma ew qas pîroz bû Melekê Tawis?  Loma ew qas pozbilind?!  Gelo ne mafdar bû?!  Çawa dibe?  Ew ji te û Adem ji axê!  Gelo ax ji te paqijtir bû?  Lê ne tu bêyî axê û ne jî ax bêyî te.  Her tişt bi serê xwe ne tu tişt e! ...................................... Çi yî tu?  Kî yî?  Ji ku têyî û bi ku ve diçî?  Heyî, lê tuneyî! Ha ha ha haaa…  Bu mîna çîrok!..  Hebû tunebû!.. Lê ku bi rastî jî çîrok bî?! Ku çîrok bî çawa ewqasî jîyan î?!  Çawa ewqasî mirin?! Lê gelo jîyan û mirin?!…  Û hemû gerdûn?! Gelo ew jî?!… ........................................... Dilê min, agir Evîna min, agir Welatê min, agir Jîyana min, agir Mahabad Felat Arda