Şerê Bûbo û Bush 09:00 08.11.2008 Bûbo ji êrîşa Emerîka ya li dijî Iraqê aciz dibe. Riyekê dibîne û bi telefonê xwe digihîne Bush : -"Elooo! Ez Bûbo, ez ê dest bi şerê we bikim. Bila haya we jê hebe." Bush bi bersivê dide : -"Hehehe.. artêşa te ji çend kesan pêk tê ? " Bûbo hinekî difikire: "Hmmm.. bûrayê min Hadîka, kurmeta min Hemo, û lîstikvanên gogê û çirê.." : -"Em 16 kes in ! " Bush di bin simbilan re dikene lê bi cidiyet dibêje : -"Birêz Bûbo, li hember artêşa te ya 16 kesan artêşa Emerîka ji 2 milyon kesan pêk tê.!  - Bûbo dibêje "Hmmm..": -"Ez ê dûre dîsa li te bigerim." Di nav re çend roj derbas dibin. Bûbo dîsa li Bush digere : -"Serok, daxwaza me ya şer didome. Me hinek amadehî ji bo şer kiriye." Bush bi baldarî dipirse: -"Gelo çi amadehî ? " -"Wele terextora axê me, çifta min a yeklûle û goga gogevanên me.." Bush gdikene: -"Baş e, lê 150 hezar tangên me, 30 hezar balefirên me, 10 hezar jî keştiyên me yên şerî hene. Haa di vê navberê de hejmara leşkerên me jî bû 3 milyon" Bûbo li hember vê pêşketinê hinekî aciz dibe : -"Temam, ez ê demek din dîsa li te bigerim" Piştî çend roj din dîsa li Bush digere : -"Serok, ez biryara xwe ya şer paşde distînim." Bush bi meraq dipirse:  "Çima ? " Bûbo bi mirûzekî tirş dibêje : -"Me li peymana Cenewre nihêrî û xwend. Têra 3 milyon dîlan (hêsîr) cihê me tune ! "Werger: Jan ÇIYA, Rêzan TOVJÎN