Ez im ev Ev ez im 3 03:37 04.04.2009 Giyana Zerdeştê Kal navê bedewiyê kiryara xweş gotina xweş ramana xweş im ez. Her sê pirtûkên pîroz lal in li ber gotinên min. Ferîşte dihesidin ji azadiya min. Lewre ew bi Xwedayê xwe û ez bi azadiya xwe ve girêdayî me. Dîrok di roja me de ez di destpêka dîrokê de veşarî me. Ez im ev ev ez im!.. Tirsa dilê xudawendan im serî pêl nakim li ber ajoyan ez ajoyên xwe diajom destûr nadim bême ajotin. Û dibime armanca tîrên ji agir û Gayê Esmanî yê Xwedawendan. Serbixweyî û azadî ye tirsa wan  û yê ku dê bibe tunebûna wan. Ji lewre ye ev hêrs, ji lewre ye ev xezeb. Lê xezeb e dijminê xwediyê xwe. Gilgamêşê hemdemî me lê li giyayê bêmiriniyê nagerim. Azadî û serbixweyî ye daxwaza min yên bêmirin dikin jî her ew. Û ew in yên bi min re ji zarokatiya min ve mayî. Dermanên êşên min çekên li destê min in ew. Bi hesûdî diparêzim wan û tim li wan digerim dema ku herî nêzîkî wan im. Ev lêgerîn e bêmirinî yê din xurê maran. Ez im ev, ev ez im!.. Bi vexwarina carek jahra zirgêjnokê xwe bêmirin kir Sokrat. Lewre dev li ken û digot: ”Ku venexwim wê demê dimirim”. Min hezar carî vexwar heman jahrî ji dêlva we hemuyan. Bi êşa min paqij dibe qirêj û gemara hezarê salan Îsa me li çarmîxan bedêla gunehê yekem û gunehên giran. Ez im ev ev ez im!.. Bi derziyan dikolim bîran Di roja teng de digerim li ronahiyan Hêrsa xwe di xwe de vedişêrim li benda roja xwe… Û bi tîrên ji dil û mêjiyên min pekiyayî di xwînê de dimîne Gayê Esmanî Xudawend har kef li dev çav bi xwîn. Giran im ez ne gepek piçûk. Ez im ev ev ez im!.. Gerokek serbixwe me li xwe digerim Ji bo destpêkeke nû diçim destpêka xwe. Di nav gemariyên dîrokê de veşarî ye pîroziyek Ji Sumeran mayî bingeha şaristanî û zanyariyê Ew ez im ez ew im bêyî wî ne tu ez im. Ez im ev ev ez im!.. Li girava mirinê navê jiyanê me ez. Di nav dilê jinan de navê hêvî û paqijiyê Kelecana li dilê zarokan im. Ew in hezkiriyên min ên mezin. Û her ew in parazvanên min ên mezin. Jin hêviyên xwe zarok dilê xwe dibînin dema nave min diqîrin. Ji lewre ye bêtir deng bi wan dikeve. Ez ew im ew ez im em Kurdistan in. Ez im ev ev ez im!.. Goriyê dostaniyên sexte rêhevaliyên neşareza me. Nankoriyê ji pişt ve lê da derba xwe Ji bo gepek nan li ber deriyê began diewtin mîna segan. Xwe bi ser min ve wer kirin hêwirin li ser serê min Xwedawendên tirsonek û evîndarên kujerên xwe Dê xwe li ser tunebûna min ava bikin ji nû ve. Lê gelo giravek têre dike ji bo bi milyonan dilî? Radigire giravek xiyalên bi milyonan zarokî? Giravek dikare hilgire hêviyên sedê salan? Dikare bike bar û piştî hêstrirê çavên dayikan? Dikare xwe ragire li ber qêrîna şervanên azadiyê? Lewra ez di wan de veşarî me ne li giravek bêxwedî. Lê dawiya her tiştî heye û dawiya wan im ez. Ji lewre ye ev tirs û ev lerz Ez im ev, ev ez!.. Mahabad Felat ARDA 2009-04-04 amida@amidakurd.com