Dûrî -I- 05:25 11.04.2001 Ez ê bêjim nikarim têbigihêm, dê dîsa dûrî bikeve erdnîgariya min. Her ji bo çi be Her ku navê te dibêjim, Her pelandina dilê min dibe bêdengî û digire ser evîna min. Dûrî ji te ne nêzîktir e, Dûrî bi me herduyan re ye, Bêdengî ji me herduyan xurtir e, Zext serdest in, û di bêtehiyê de ez bûme cegerpola. Dema dibêjim tu di ferhenga min de tenê pirs dimînin, Tenê hevokên pirsan, Bersiv li ser dûriyê, Û hezkirina min, li dûriyan bû nexweşiyeke kronîk. Berî niha bi salan dîsa ji bo te, Dîsa li dûriyê Min gotibû “tika dikim”, Ew ji min standin. Lê hîn jî tika dikim, Hîn xwe bê te Hîn te bê xwe nafikirim. 2001