Dûrî -II- 05:36 11.05.2002 Di asoya te de bûm perperîk Min got evîn e û ketim agirê te Lê dûriya bêwate ya bi min re Lê bêdengiya bêwate ya bi te re Xwezî dest li we tijî belalûk Belalûka we tijî hêrsa min bibe... Û tu! Lê ew yara nikarim bê xwe bifikirim Lê ew bihara nikarim bê xwe bifikirim Di vir a dilê min de Erdnîgariya min a bê ser û ber Ya min xwîn daye diriyên wê Dirîreşka lêvên min çêj jê negirtî, Ez hatim xezeba diriyên te û ji asoyên te re bûm perperîk, min xwîna xwe anî... Min çîrokên hezar û yek şevê anîn Şevên tenahiyê Û ez hîn te bê xwe Hîn xwe bê te nafikirim...