Dûrî -III- 05:39 11.06.2002 Bi hêviya dê biqedînî vê dûriyê Do di bêtebûnê de razam Dema min bê te çav vekirin Min dubare got dûrî hîn birîna min a herî kûr e. Bi salan re qalik girtibû Lê her ku ya dida axavtin tu bû Min ji êşa wê re negot tiştek Niha bête xwîn jê diçe Ne ji ber ku nikarim bipêçim Ji ber ku li dûriyê me dimirim... Bi hêviya tê werî vir kêfxweş bûm Wekî zarokekî biçûk Qey ez ê bireviyama pêşiya te, wekî wî ez ê kevin bikeniyama Min ê wekî wê ya kevin tu bidîta.. Negiriyam li nehatiya te, Wekî wî ez ê zarok ê kevin. Ew ez ê kevin ê bê te, ku li dûriyê mezin bû... Lê! Lê ew bihara hîn nikarim bê xwe bifikirim Lê ew yara ku bê wê nafikirim Ma bînim xwe ? Tê bistînî ? Ma ji bo ew ez ê kevin e, tê bixî hembêza xwe? Ma tê wê yara min a kevin jî bidî min? Lê ma tu heyî? Hezkirina min a dilpola! 2002