Sibehên zingezingê 08:17 17.07.2012 Vê sibehê,  Êşên xwe ji te re dûbare dikim  Gurmîna daholên xwe,  Velerzîna sirûd û serhişkiya Nemrûd  Û xemsariya rêber û serkêşên xwe  ji te re dûbare dikim…  şkestina xwe ya di nav destên te de dûbare dikim..  wendabûna xwe ya di bagerên sînga te de dûbare dikim,  û reşê xwe jî  yê ji nijada çavên te  yê ji firyada navên te  dûbare dikim..  Vê sibehê,  Sînorê te gazinan ji qederê dike  Daristana te amadeyiya bagerê dike  Çavê te dijberiya fenerê dike  Çenteyê te bêriya seferê dike  Xewna te bendewariya vegerê dike  Gula min jî  Dilbijîna destê dilberê dike..  Vê sibehê,  Gulên hesreta xwe bi destên te yên kurmancî av didim,  Sirûdên xemgîniya xwe  bi gerdeniyên ronak ên şevên penagehan, dixemilînim..  Pencereyên bendemana xwe ji kevokên te yên birîndar re vedikim,  Di esmanê xewna te de ewrên hêviyan berhev dikim,  Li ser lêvên te yên tijî buhar,  kulîlkên welatê min dipişkivin,  Di himbêza te ya dilovan de  çûkên welatê min xwe ji seqema qedeê diparêzin,  xwe bi hinasên te germ dikin..  Di dergûşên te de hîvên çardeşevî zarokên welatê min dilorînin,  Ez jî naçar im;  Stiranên xunavê  û peyvên bêrîkirinê  ji te re binehwirînim.  Vê sibehê,  Di cenga bêrîkirina te de,  Şervanekî serxweş û sergerdan im..  Bi zingezinga daristanên xewna te,  Çûkên temenê xwe ji westanê diparêzim..  Kêrên toza te bi parsûyên bendemanê himbêz dikim..  Xelk tên guhertin.. Goristan tên guhertin..  Êş tên guhertin..  Sirûdên berxwedanê tên guhertin…  Lê navê te û bêrîkirina min  Wekî xwe dimînin..  Ehmedê Huseynî  ehmedehuseyni@live.co.uk  16.06.2012