Zerî 12:33 20.09.2009 Seydvanên evînê bi dêmên te yên gulî re dibûn bergîdardadiketin xefik û xewna azadiya dildarûli geliyên hunandî yên mirinxwaziyê werdibûndi pozbilindiya şebçiraxiyê de li dilxweşî û şanaziya çêkirî digeriyanKulîlkên stûxwar bi rûyê te yê xemgîn re li bihara temenên birîndar werdibûnû di xemxwariya jiyana veçirandî de li dermanê xêrxwaziyê digeriyanÛ tu Xemrevîna min Zerîna zerya minBargirana minDelala bargir a hezar salan Tu li navê xwe bûyî barBarê te li navê te bûye warûBi dayîna rojê re warê hêviyan di berbanga sibeya me de şên bûHêviyên me bi navê te şîn bûnûhêlîna xwe di nava dilê me de vekolaAzad ZAL19 Gulan-19 Rezber 2009