Zarokatiya min 10:07 23.05.2007 di nav lêvên keçek ciwan deli teni?ta Bazîdêli tirba Xanî Baba.reqereqa kele?kofan bû zarokatiya minku ber êvaran dest pê dikirdestê siban bi xwîna sor xalî dibûli çîyayên Qertewînê  li Tendûrekêû li de?ta Mû?êzivistanên Serhedê  bû zarokatiya minrêyên zirav bû wek maran bi fetildi nav du mêtre berfê dehêstirên li rûyên bavan dirijiyanqe?a digirtin.û gura xwîn dimîst.?evên dirêj bûn zarokatiya min.di binê tendûran delingên zarokanbi çîrokên Mîrza Mihemed germ dibûnxeyalên me di Çemê Miradê da dihat ?û?tin.li zozanan  konê re? bû zarokatiya minbiharan gul dida  payîzan diçilmisî.ku firar bi çargavên hespên re?di tariya ?evê de wenda dibûnqumando diavêt ser gundanû heta sibêagir dibariya ji asîmanan.xîzanî bû zarokatiya mindi ?evên re? de li asîmanên zelalstêrk di?imitîn, di ser nezaniya me repûrteqalek  zerdilê me dikir zeviya kulîlkan.bi me re hevaltî dikir sê roj û sê ?evdiziya bostanan bû zarokatiya minlingên piçûk bi gavên mezinrêya rojekî diçûn ji boy xiyarekdestên piçûk di ser sûran rediqetand stûyê gulbaxanandu hinarikên piçûk jî ji singên keçikan.nêçîra perperokan bû  zarokatiya minperperokên spî, sor, zerbayên sibik li devlingên rizî dialiyaem ser devkî li erdê diketinçokên piçûk diheri?în.ku çavên re? tijî hêstir dibûnperperok bi me dikeniyan.birçîbûn bû zarokatiya mindi dijminatiyê de li gundekî xerîbdilekî piçûk ji pê?a dîya xwe dûrdiket pi?ta deriyanher ?ev bê deng digiriya.siya wîji ber tendûrekî nanek didizî.û du siyên piçûkgermahiya nan parî dikirindi germa havînê debê bavî bû zarokatiya minli hepisxana Mû?êdi bin sîya qardiyanan deme hisretiyê diku?t bi hev rebi simbêlê hi?k ramûsanek dida minramûsaneke hi?kji bîna titûnêdema destê min dixist nav destê xwehesinên sar wenda dibûndisekinî zemanû zîndan dibû zozan.  Atilla Bari?erDem: 7 nîsan 2007 ?emî (© www.amidakurd.com)