Nameya ne?andî 10:04 23.05.2007 Tu çûyî,Em man.Emrek e,Bi gotinekê nayê ziman.Çend xewn xilas bûnStêrk ?emitînÇend baran barînÇend dil sekinîn...Zarokên hîngê mezin bûnsimêl badanÇend bûk bi zaro manEv bû çeeend zivistanÇiqas leyî, ?ewat,Û çiqas hêsir...Min ji bîr kir.Te simêlên teze xwêdayîKenên ji nava dilBiratiyek bê emsalÛ bîst saliya xwe ji min re hî?t.Tu çûyîHavîn bû demsal.tu çûbûyî.Xatir ji min ne xwestne te...ne jî çavên te.Hîna jî vedi?êrimEmanetên tedi nav xeyalên hevrî?im de...kevokên spîxeberên te tîninji welatên jêrêxeberên xêrê...me bîhîst;Te bêriya me kiriyeÊêê ne hêsa ye,Ji bîr nabin xwî?k û biraTe pirsiye hal û hewalSilav ?andiye ji bavo re.Ser ê me sax be.Zûda çû wî alî,bavê me yê kal,ev bû heft sal.tu dizanîpirr ki?and bavê mederdê dostanû dijminan.ne ji bavê xwe têr bûne jî ji lawên xwe.Bavê me yê dilovan.Pirr ketî bû vê dawiyê.Heliya bû.Mêrê mîna qoçal.Axayê salên feodalSiyarê hespê bozÇavbelekê nukul pozNebiyê Rostemê Zal,Mêrê roja tengHunermendê merivatiyêBavê me yê dilsozDostê dostanKelemê çavên dijminan.Tu jî dizanîMîna kilamekî jîyaLe îro tune ye,bû xeyalbi hesreta te çûbavê me yê kal...Di rojên xwe yên dawî dePirr li te difikirî,Bi ber te diket.Yek caran,Bi dilekî ?ewat,qala te dikirû digot:"Tu girtîgehê   tu tunebûnê   tu dijminatiyê   zora min nebir   bi qansî çûyîna wî,   çûyîna wî ya bê xatir..."Û dest bi kilamekî dikirdi ber xwe de ,Wek axînekê..." Felekê emaaan,   xayînê yemaaan   wek destmêjên devê çeman   bi çargava diçe zeman.   hezar xwezil bi wan rojan   wan rojên xwe?   li dawiyê man.   û xeyalên me        hê jî rehwan..."Ku silava te hildaPirr ?a bûDîya minMeriv qet ji ?abûnan digirî?Ew giriya,dîya me ya qehirkê?Xwarziya pehlewanandi pazdeh saliya xwe debû bûka e?îrê,dilê xwe kir kozik,emrekî qehra me ki?andzaro anî yanzdeh zikteva kir merivDi tunebûnê de."mirin ji nan nêzîktir bûdi wan salan de."Digot, dîya me.kela sebrêqîza e?îrê...ji bo te pir dua kirpir giriya...hîna jî dibêje;  " heyfa wan,    wan zarokan    heyfa emrê wan.    Rojekî xwe? nejiyan    Delalîkên dayîkan...    Ku sed Sîpan    nabin neynûkekî wan    heyfa wan    wan zarokan    Tev jî hîna tehr in,    mîna xemxemokan..."ber dilê wî digrimpa?ê,jê re dibêjim;Ti?ta ku ew ji bonê çûneNe erzan eDesmala destê xortanEvîna dilê qizan eAxa pîrozGulistan eCarek çok bide erdêhezar sîpan jê dizênHezar can...hezar cananÛ hezar jîyan...Û dibêjim;Ma qey tu nizanî?Di coxrafyayê de cîyê meDi dîrokê de navê me tuneDi çîrokan de;Berx, ?ivan, kûçik û gur heneDi sêban de kurm hene,Em tunene.Di axa binê nigê wan deCendekên kalikên me dirizinLê di defterên wan daNavên me tunene.Ka kîjanî bêjim ji te reJi Milazgirê û vir deem bi hev re nene cîran in,wek bira ne...Xwina me ji rijiya kozikan,Li qeraxê tengava Çaneqelê.Hêviyên me jî qerimîn,Di ?eveqên sar deli eniya qafqasê.Zarokên me jî man li Yêmenê.Ma kilama Xû?êçima ziviriye ser navê Mû?ê?Ka me Qoreyê ji ku dizanî bû?Bûkên me bi man ji bonê."Li pê?iya Rûhayê kî çavên xwe dan?"Li Entabê kî gule avêt?Topên ûris kî jê stand?...Bi kurtî çîroka me û wanYa qabil û habil eSeri bini ê? e, elem e, kul e.Di dawiya hemû ?erên asê deHêkên bazan yên wan inPara me jî sornukul e...Le iro tu dibînî.Welat  xemgîn eBiratî ji bir bûneHer derê girtiye tari,Xizani , tunebûn eTu rengê cihanê nemaye li virKok negirtiyeEvîn bê nefes,Zarok bê girî neTilîlî nayên bihîstin êdî,Kûrahiyên her dilîGazin û gilî neBa tune, baran tuneKeskesor jî nayên axa me.Kesk tune,sor tune,zer tune...Ev welat;Diya zarokên tavê yeZarokên agir.Îro bê agir û bê tav maye.Her bajarekî meji koledariyê re kela yeDi vê sedsalê de jî,bindestî li serê me bela ye.Aliyek me nezanî,Aliyek îxanet eDi parîkirina zanyariyê deTûrikê me hê jî vala yeZikên me nîvtêr be jîDi dilan de xela yeDibê ev zincîrên zengarîwerin qetandin.Serê me bilind be wek berêHîna demekî dîsaSebir bike.Em ê demek dîsa biki?îninvan zehmetiyanHirç, ku birçî dimîneSebir dikeKefa lepê xwe dialêseû dizane kuwê rojên xwe? werinHer zivistanekji biharekê re avis eEw jî heq dide minDibé:"Çi bikim lawo    Ez dayîk im, ji bîr nakim."...Em jî we ji bîr nakinJibîrkirina weJi jîyanê re îxanet eEm ê bi?ewitinWê çaxêBaranên mûsonê jînikarin gunehên me bi?onKes nikare me ji wê ?ewatê xelas bikeTu kekê min î?ox û ?eng, qe?eng.Daxwaziyek me ji te heyeme ji bîr nekeÛ bizanibeEm ji hev dûr bin jîHestên me wek hev inEm birayê hev inDiya me yek e.Silav û hurmet    Atilla Bari?erDem: 10 çile 2007 çar?em(© www.amidakurd.com)