Jiyan 07:39 19.09.2012 Mîna mahfûrek  her gavek girêkek  her girêkek çîrokek  her çîrokek rengek û motîfek  Bi xwe û xwe dihonî  li ser tevna demê  û dibî mahfûrek netemambûyî  li bazarê ne bi qurişek  kêm caran pir giranbiha Mîna çîrokek  li pişt heft deriyan  li ser her deriyek tilismek  li ser her tilismek sêremarek  li pişt her deriyek dêwek heftserî  ziyayek ne serî ne dawî  ejdehayek agir ji dev dibarî  cazûyek xapînok  Çiyayê Qaf  sêvek sorî bi sêr  û li deriyê dawî Sîmir  pê digihêjî Xuda û sir Mak e, mê ye, dê ye  Hildiberîne, diafirîne, dihewîne, dijîne  xwe lê dike xwe pê dike  û caran xwe jê dike Hîn di girêkên pêşîn de  xwe ji min kir  bê reng û teşe û motîf  li pişt deriyê yekem  tik û tazî  rû bi rû  bi dêwa heftserî Mahabad Felat Arda  2012-09-10 / Stockholm