Têlî Têlî – Kürtçe Ağıt - Dengbêjî | AKC – Anatolian Kurdi Cover

Kenala bi navê "AKC-Anatolian Kurdi Cover" li ser Youtub'ê strana bi teknolojiya Aqilê Çêkirî (AI) ji nû ve şîrove kir û weşand. Gotinên Strana Têlî Têlî: Were Têlî were Têlî were Têlî Hey lê zalimê lê lê lê Ez ê serê sibê Radibim ji xewka şirîn Bang dikim dibêjim Têlî Bi nava rojê dibêjim Têlî Bi êvarê dibêjim Têlî Bi seetê bi gavê bi deqê b isaniyê Ji axîn û kedera dilê xwe re Wez ê bang dikim dibêjim Têlî Lê lê Têliyê malxerabê Wele tu hur î boz î beyaz î Xalis î mulis î Beytul emîn î tu kihêl î Neh nav û ne îmze Li ber navê te ne ketine Li ba dilê min Dîsa tu yê pir şirîn î Malxerabê wele tu kihêl î Tu yê vê sibê Li qarişî çavê min sekini yî Ez nizanim qîz î We nizanim tu bûk î Ez nizanim tu jinebî yî Ser dev û lêvê te yê bixêlî Îsal sala hefta û heşta ye Dilê min kete te Çima tu yê xwe ji min vedişêrî Lê lê malxerabê Heft hev birayê te hene Heft hev xwingê min hene Ji bona xatirê çavê te Wez ê Ji te re têkim berdêlî Were Têlî were Têlî were Têlî De lê lê zalimê lê lê lê Têliyê malxerabê Min go buhar e buhara rengîn e Zalima qîza zalima Buhar e buhara rengîn e Li seriya me zozan e Li biniya me de Bingol e Serhed e Şerefdîn e Were Têlî were Têlî were Têlî

Yayınlanma Tarihi: / Kategori: