100 girtî nexweşên giran in
Şengul: Niha 100 girtî nexweşên giran in
DENİZ TEKÎN / FERHAT ÇELÎK Endama Lijneya Rêveberiya Navendî û Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Necla Şengul, li zer cezayê girtiyên siyasî û zagona înfaza cezayê tedbîrên ewlehiyê rawestiya û diyar kir ku di vê pêşnûmeya nû de dê girtiyên nexweş ên rewşa wan giran nikaribin sûdê bigirin. Şengul, anî ziman ku heta niha girtiyên nexweş yên rewşa wan giran ji saziya Tipa Edlî raporên nexweşiyê negirtine.
Li gorî daneyên fermî yê Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkifê ya Wezareta Dadê di navbera salên 2000 û 2010'an de li girtîgehan 2 hezar û 670 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji 2 hezar û 670 girtiyên jiyana xwe ji dest dan jê 913 girtî bi nexweşiyên giran bûn. Daneyên fermî yên sala 2011'an nehatin aşkerekirin. Li gorî daneyên ÎHD'ê di sala 2011'an de 14 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî li Girtîgeha Tîpa M a Çewlikê Mahmut Karataş jiyana xwe ji dest da.
'Niha 100 girtî bi nexweşiyên giran in'
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî û Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Necla Şengul, li ser zagona nû û rewşa girtiyên û anî ziman ku niha rewşa 100 girtiyan giran e û divê bi lezgîn bên dermankirin. Şengul, li ser Pêşnûmeya Guhertina Zagona Serbestiya bi Kontrol û Înfaza Tedbîrên Ewlehiyê û Ceza rawestiya û wiha got: "10 salin li ser girtiyên nexweş gelek serlêdan tên kirin. Gelek malbatên girtiyên ku nexweşiyên wan giran ji bo alîkarî û piştevaniyê serî li me dan. Di sala 2008'an de 60 girtiyên nexweş hebûn. Di sala 2011'an de hêjmara girityên nexweş derket 247'an. Niha dinava 247 girtiyan de rewşa 100 girtiyan giran e. Wezîrê Dadê her tim dibêje bi tevahî 416 girtiyên nexweş hene. Lê bi tevahî hêjmara girtiyên nexweş hîn zêdetir e."
Şengul, anî ziman ku wan rapor ji wezareta dadê re şandiye û wezareta dadê jî qebûl kiriye ku li girtîgehan girtiyên rewşa wan giran hene û wiha got: "Wezaretê diyar kir ku heta raporê ji Saziya Edlî negirin nikarin girtiyan serbest berdin. Saziya Tipa Edlî bi helwestek siyasî nêzî girtiyên siyasî dibe û raporê nade girtiyên siyasî. Ji ber vê yekê gelek girtiyên nexşweş ku rewşa wan giran e. Şengul, da zanîn ku gelek girtiyên ku rewxa wan giran serî li komeleyê didin. Girtiyê 67 salî Alî Çekîl girtiyekî nexweş bû. Gelek çaran çû serî li Saziya Tipa Edli da. Lê ji ber ku rapor negirt jiyana xwe ji dest da." Şengul,
Şengul, da zanîn ku Nexweşxaneya Tîpê ya Nimûneyê rapora ne pêkan e da Abdulsemet Çelîk. Lê 2'emîn Girtîgeha F a Sîncanê ji ber ku Saziya Tipa Edli rapor neda ew serbest berneda. Şengul, da zanîn ku gelek girtiyên nexweşiya wan giran û divê li derve bên dermankirin hene, lê ji ber saziya Tipa Edlî raporê nade wan serbest nayên berdan.
'Tu sûda pêşnûmeya nû li girtiyên nexweş çênabe'
Şengul, bal kişand ser pêşnûmeya zagonê û da zanîn ku niha 130 hezar girtî li girtîgehan in û wiha berdewam kir: "Niha li girtîgehan 247 girtiyên nexweşên giran hene. Ji vana 100 divê bi lezgîn bên dermankirin. Herî dawî Latif Badur, Mehmet Aras û Mahmut Karataş ji ber nexweşiyên xwe jiyana xwe ji dest dan. Niha Avni Uçar Hediye Aksoy û Abdulsamet Çelîk nexweşên giran in. Divê bi lezgîn bên dermankirin. Ev zagona ku bê guhertin tu sûdê dane girtiyên nexşweş. Divê hemû girtiyên nexweş bi lezgîn serbest bên berdan."
(mae)