1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 100 Çete li rojavayê Kobanê hatin kuştin-HATE NUKIRIN
100 Çete li rojavayê Kobanê hatin kuştin-HATE NUKIRIN,100,çete,li,rojavayê,kobanê,hatin,kuştin,hate,nukirin

100 Çete li rojavayê Kobanê hatin kuştin-HATE NUKIRIN

A+ A-

ANHA - KOBANÊ - Yekîneyên Parastina Gel duh li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li derdora herêma Kobanê bicih bûne û êrîşî herêmê dikin, hemleya bi navê "Hemleya tolhildana ji bo şehîdên Zor Mixarê" dest pê kirin.Di hemleyê de 100 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, 10 tirimpêl û gelek navend çeteyan hatin rûxandin.

Şevê din saet di 03.00'an de şervanên YPG/YPJ'ê li gundên Zor Mixar, Beyadiyê, Ziyaret, Cib El-Ferec, El-Cidêdê, Xerab Eto, El-Şiyûx, Sûsik, Bîrkino, Cilbê, Camis û hin gundên din ên rojava û rojhilatî herêma Kobanê li dijî baragehên çeteyên DAIŞ'ê dest bi "Hemleya tolhildana ji bo şehîdên Zor Mixarê" kirin. hate diyarkirin ku şervanên YPG/YPJ'ê di hemleyê de gelek çalakiyên bi bandor li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk anîne û derbeyên giran li wan dane.

Hate zanîn ku di pevçûnên rojavayê herêmê ku ji şevê din dest pê kirin û heta îro serê sibê dewama kirin de, zêdetirî 100 çete hatine kuşitn, 10 tirimpêl û gelek navendên çeteyan hatine rûxandin. Her wiha gelek YPG'ê gelek cebilxane jî desteser kirin.

Hate gotin ku li rojhilatî herêmê jî bi dehan çete hatine kuştin, lê heta niha hejmara wan nehatiye zanîn.

Li gorî çavkaniyan, di hemleyê de şervanekî YPG'ê jiyana xwe jidest daye. Çav li rê ye ku Navenda Çapemeniya YPG'ê derbarê derbarê hemleyê de daxuyaniyekê bide û têde nasnameya şervanê xwe eşkere bike.

li gorî heman çavkaniyan, heta herêm bi temam ji çeteyan ve rêzgar bibe, wê wê hemle dewam bike.

(he)