1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 106 girtî li ber sînorê mirinê ne
106 girtî li ber sînorê mirinê ne,106,girtî,li,ber,sînorê,mirinê,ne

106 girtî li ber sînorê mirinê ne

ÎHD: 106 girtiyên nexweş li ber sînorê mirinê ne

A+ A-

Şaxa ÎHD'ê ya Edene diyar kir ku di sala 2011'an de li girtîgehên herêmê 13 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan û ji 256 girtiyên nexweş 106 girtî li ber sînorê mirinê ne.

Şaxa ÎHD'ê ya Edene têkildarî girtiyên nexweş li Parqa Înonuyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankrata "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan, ji tecrîdê re an" vekirin û sloganên "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan", "Karataş nemir e" û "Hucre mirin e, nekuje xwedî lê derkeve" hatin berzkirin. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Adnan Ogru, diyar kir ku girtiyê nexweş Mahmut Karataş ligel hemû raporên tenduristiyê nehate tahliyekirin û li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Ogru, anî ziman ku serokomar rewşa girtiyên nexweş li ber çava nagire û wiha got: "Di sala 2011'an de ji ber xemsiyariya dewletê 13 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gorî lêkolînên me li girtihena 256 girtiyên nexweş hene û ji wan 106 girtî li ber sînorê mirinê ne. Divê girtiyên nexweş demildest serbest bên berdan."

(bd)