108 BDP'yî kirin endamên AKP'ê
Li Wanê 108 BDP'î bêyî agahiya wan kirin endamên AKP'ê
Derket holê ku li Wanê 108 BDP'î bêyî agahiya wan ew kirine endamên AKP û partiyên din ên siyasî. BDP'iyên ku endamtiya wan a sexte derketin holê xwe amade dikin ku serlêdana sûc bikin.
Skandala endamtiya sexte ya AKP’ê berdewam dike. Her dawî li Wanê 108 kesên bi temamî endam û rêveberên BDP'ê bêyî agahiya wan di serî de AKP û partiyên din ên siyasî re kirine endam. BDP'iyên li ser nûçeyên derketin lêpirsîna agahiyan kirin di serî de AKP, CHP, DP, MHP, SHP û partiyên din ên siyasî re kirine endam. Piştî endamtiya sexte derket holê BDP'iyan lîste amade kir û diyar kirin ku ew dê rojên pêş de derbarê kesên berpirsiyar de serlêdan sûç bikin. Jina bi navê Eklîma Abî diyar kir ku 10 salin li taxa Xaçortê dijî û legel delegeya Komeleya Hemwelatiyên Azad a Tax e endama Rêxistina BDP'ê ya Wanê û ew kirine endama AKP'ê. Abî, anî ziman ku bi salen endamê BDP'ê û partiyên ji wê kevneşopiyê hatin e çawa bêyî agahiya wê ew kirin endama AKP'ê fêmnekir. Abî, da zanîn ku piştî ji Navenda Giştî ya BDP'ê lîste hate şandin hînbû ku kirine endama AKP'ê û wiha got: “Hînî ez dizanim ez xebatkarê BDP'ê me. Keça min ji ber ku li vî welatî nekarî bijî derket çiya. 7 salin ji bo ziman û nasnameya xwe şer dike. Keça min ji bo nirxên pê bawer dike şer dike. Ez dê çawa bibim endamê partiya her roj kurdan dikuje. Ji bo min endamtiya AKP'ê şermekî gelek mezin e. Ez dê çawa îxanetê li gelê xwe bikim." Abî, bilêv kir ku bêyî agahiya wê ew kirine endamê AKP'ê û ew nizan avahiya AKP'ê li kuderê ye û dê derbarê berpirsiyaran de serlêdana sûç bike.
‘Armanca AKP’ê ew e ku di nav gel de bêbaweriyê pêk bîn e'
Welatiyê bi nav Nusret Guven ê ku 11 salin bi endamê BDP û partiyên ji wê kevneşopiyê hatin û 8 sale rêveberê Komelaya Hemwelatiyên Azad a Taxa Xaçortê jî diyar kir ku piştî lîste ji navenda giştî ya partiya wan BDP'ê hat hînbu ku ew kirin endamê AKP'ê. Guven, anî ziman ku piştî hînî bûyerê bû çû avahiya Rêxistina AKP'ê ya Wanê û xwest ku endamtiya wî jêbibin. Guven, da zanîn ku ew dê di demekî kin de derbarê kesên berpirsiyar de serlêdana sûç bike û wiha got: "Ez endamê komeleyê yê her tim rastî zextan hatim im. Ji partiyekî ewqas zextan pêk tîne endamtî bêwijdaniye. Di çarçoveya operasyonên bi navê KCK'ê de bi ser mala min de girtin. Li aliyekî zext û zordariyan bi ser me dikin li aliyê din bêyî agahiya me, me dikin endamê AKP'ê. AKP li Wanê bi endamtiyên sexte gel dixapîn e. Lê tu kes bi vê lîstinê nayê xapandin."
Rêvebera Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Navendî Kaniye Şeker a ku bêyî agahiya wê we kirin endama AKP'ê jî diyar kir ku ew nizane çawa û kengî ew kirin endama AKP’ê. Şeker, anî ziman ku hêj ew di nava matmayiyê de ye. Şeker, da zanîn ku piştî agahî komkirinê dê derbarê rayedarên AKP'ê de serlêdana sûç bike.
(bd/mae)