10. Civata Giştî ya KONGRA GEL pêk hat
10. Civata Giştî ya KONGRA GEL li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya 161 delegeyan pêk hat. Remzî Kartal û Hacer Zagros ji bo Hevserokatiya KONGRA GEL, Cemîl Bayik û Besê Hozat jî ji bo Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê hatin hilbijartin
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN
10. civîna Civata Giştî ya KONGRA GEL bi beşdariya 161 delegeyan di 1'ê Tebaxê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê destpê kir. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, Hevseroka KONGRA GEL Hacer Zagros axaftina destpêkê kir. Zagros civata giştî silav kir û got, "Ez hemû delegeyên ku tevî hemû zor û zehmetiyan xwe gihandine vê derê û tevlî kongreyê bûne silav dikim. Bi taybetî delegeyên ji diyarê şehîdan Kobanê, ji Laleş a pîroz, ji warê Bêrîvan û Berxwedana Şengalê hatine û hemû delegeyên ji çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat hatine silav dikim. Beriya her tiştî, li ser navê 10. Civata Giştî ya KONGRA GEL, em ji çiyayên azad, Rêberê Konfederalîzma Demokratîk Rêber Apo silav dikin û kongreya xwe diyarî Rêber Apo dikin. Em hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin."
Zagros bal kişand ser Pêngava Rizgarkirina Minbicê, ku kêm maye bi ser bikeve û got, "Di şexsê Ebû Leyla de em vê pêngava pîroz silav dikin."
Li dû axaftina destpêkê, delegeyan bi zimanên Kurdî, Erebî, Farsî û Tirkî sond xwarin. Piştre hemû pêkhateyên KONGRA GEL raporên xwe pêşkêşî civata giştî kirin. Dûre rewşa siyasî hat nrixandin. Nîqaşên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mora xwe li hemû rojevên civata giştî xistin. Tenduristî, ewlekarî û azadiya Ocalan bûn mijara sereke ya kongreyê.
Destwerdana li Rojhilata Navîn bi komploya li hemberî Ocalan destpê kir
Di nirxandinên li civata giştî de bal hat kişandin ser destwerdana li Rojhilata Navîn û hat destnîşankirin, ku ev destwerdan di sala 1998'an de bi komploya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re destpê kiriye. hat destnîşankirin, ku armanca bingehîn a komployê tesfiyekirina Ocalan û tevgera azadiyê bû û got, "Di heman demê de xwestin li Tirkiyeyê şerê etnîkî, li nava welatên din ên herêmê jî şerê mezhebî derxînin. Bi vî rengî hêzên navneteweyî li ser bingeha berjewendiyên sermayeyê xwestin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Lê komplo li gorî plana wan nemeşiya. Rêbertî ev komplo pûç kir. Bi têkoşîna xwe ve li Rojhilata Navîn rê li be rewşeke nû vekir. Lewma ev hêzên komploker neçar man stratejiya xwe biguherînin."
Rewşa li Tirkiyeyê encama şerê şerê şoreşgerî yê 30 salan e
Di nirxandinên li civata giştî de, têkildarî kaosa li Tirkiyeyê hat gotin, "Nakokî û şerê heyî yê navxweyî yê li Tirkiyeyê, her wiha şerê desthilatdariyê ji ber 2 sedeman rû dane. Ya yekemîn; encama 3. Şerê Cîhanê ye, ku 25 sal in diqewime. Sedema duyemîn jî; têkoşîna me ya azadiyê ye ku 43 sal in bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin. Bûyer û qewimînên li Tirkiyeyê, encama şerê şoreşgerî yê zêdeyî 30 salan e. Divê em zanibin, ku têkoşîna me rê li ber rewşeke bi vî rengî ya şer û nakokiyan vekiriye."
Di kongreyê de her wiha bandora şerê li Rojhilata Navîn li qada navneteweyî jî bi berfirehî hat nirxandin.
Bîranîna qurbaniyên komkujiya Şengalê
Di roja sêyemîn a kongreyê de, bi wesîleya salvegera Komkujiya Şengalê, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Endamê PADE Hecî Hesen li vê bîranînê axivî.
Zagros û Kartal bûn Hevserokên KONGRA GEL
Ji bo Hevserokatiya KONGRA GEL careke din Hacer Zagros û Remzî Kartal hatin hilbijartin.
Bayik û Hozat careke din hatin hilbijartin
Di heman demê de 34 endamên Konseya Rêveber a KCK'ê hatin hilbijartin ku nîvê wan jin in. Ji bo Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê jî Cemîl Bayik û Besê Hozat ji nû ve hatin hilbijartin.
Axaftina dawî ji aliyê Bayik ve hat kirin
Kongreyê 4 rojan dewam kir û axaftina dawî jî ji aliyê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ve hat kirin. Bayik di destpêka axaftina xwe de spasiya civata giştî kir û got, "Beriya ku dest bi axaftina xwe bikim, ez spasiya kongreya 10. a KONGRA GEL dikimk u wezîfeya hevserokatiyê careke din daye me. Ji hevalên ji bilî me hatine hilbijartin jî serketinê dixwazim. Civîna civata me ya giştî, ku bi beşdariya 161 delegeyan pêk hat, bi rengekî serketî qediya. Di kongreyê de, bi hemû hevalan re zelalî û biryardariyek hebû. Ev yek jî bû sedem ku civata giştî bi awayekî serketî biqede. Ez kongreya 10. diyarî şehîdên Şengalê, şehîdên Rojava û hemû hevalên di têkoşîna xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê şehîd ketine, dikim. Di vê kongreyê de nîqaşên girîng hatin kirin. Li ser vê bingehê, weke vîna hevpar hin biryar hatin standin. Li ser bingeha van biryaran, zelalî û biryardarî derketiye holê. Axaftin êdî qediyan, nirxandin qediyan û divê em biryarên kongreyê bixin meriyetê. Dem ne dema axaftinê ye, dema pratîkê ye. Bi pratîka me, wê encam derkevin holê. Eger civata me ya giştî bi rengekî serketî qediya be, di vir de keda Rêbertî, gelê me û hewldanên gerîla gelekî heye. Pêwîste avakirin û berxwedan bi hev re bên meşandin. Her wiha ez spasiya hemû hevalên amadekariya kongreyê kirin, dikim.
Divê Rêbertî her tim di navenda karê me de be
Pêwîste em her tim Rêbertî bixin navenda karên xwe, têkoşîna xwe, berxwedana xwe û şerê xwe. Ji ber ku hemû pêşketin û guherîn li dora xeta Rêbertî pêk tên. Ne tenê li Kurdistanê, li gelemperiya Rojhilata Navîn her tişt li dora Rêberê me diqewime, pêk tê. Eger em ê ji niha û pê ve guherîn û veguherînê pêk bînin, eger em ê armancên xwe bi ser bixînin, em dikarin vê yekê li dora Rêbertiya xwe bi cih bînin. Ji ber vê yekê, hem tevgera me, hem saziyên tevgerê, hem kadro, hem jî xebatkar û gelê me, divê pîvan, felsefe û rêbaza xebatê ya Rêberê me ji xwe re esas bigirin. Hingî em ê karibin hemû pirsgirêkan çareser bikin, bi pêş ve biçin, bi ser bikevin û gelê xwe azad bikin. Pêşveçûn û serketina me bi vê rastiyê ve girêdayî ne. Ez bawerim haya hemû hevalan ji vê rastiyê heye. Civîna 10. a civata me ya giştî di bin siya qirkirinê de pêk hat. Di rewşeke bi vî rengî de bi ser ket. Eger di rewşeke bi vî rengî de ev civata giştî bi ser dikeve, di vir de sekna Rêbertî esas e.
Rêbertî di nava şert û mercên gelekî giran de, di bin zextê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gelekî xebitî. Dema ew xebat dimeşand, gelek caran em û gel hişyar kir û got, 'Ez vî karî ji bo çareseriya siyasî demokratîk dimeşînim, lê belê dibe ku ev pêk jî neyê'. Destnîşan kir ku eger bi rêya siyasî demokratîk çareserî pêk neyê, divê gel çareseriya xwe bi xwe pêk bîne. Lewma di dema bihurî de, xefleteke 'hevdîtin tên kirin, pirsgirêk çareser dibe' gelek caran derket holê. Her kesî bi çavên xwe dît bê nêzîkatiyên 'hevdîtin tên kirin, careke din şer naqewime' xefleteke çawa ye. Ji ber vê yekê, mîna vê sala dawiyê wê ji niha û pê ve jî şer bi dijwarî biqewime. Dîroka me nîşan daye, ku gelê me timî bûye hedefa komkujiyan. Ev komkujî carna gelekî giran bûn, lê ti carî nesekinînin. Lewma Rêbertî got, 'xurtkirina rêxistinbûnê, bi xweparastinê re parastina xwe, her tim erka bingehîn e'.
Pêwîste avakirin û berxwedan bi hev re bên meşandin. Eger ev bi hev re neyên meşandin, em ê nikaribin bigihêjin armancên xwe. Mirov çiqasî avakirinê bikin ewqasî jî berxwedanê xurt dikin, çiqasî berxwedanê xurt dikin, ewqasî jî avakirinê bi pêş ve dibin. Avakirin ne tenê ji bo serdemekê ye. Ji bo her demê ye. Eger avakirin bi vî rengî rast bê fêhmkirin wê rast bê meşandin. Hingî mirov ji armanca xwe dûr nakevin. Dirûşma me, 'avakirin û berxwedan bi hev re' ye. Civata Giştî jî ev dirûşme li ser vê bingehê bi rengê 'Em xweseriya demokratîk ava bikin, azadiya Rêbertî û gel misoger bikin' destnîşan kir.
Gelek caran xwestin pêşî li têkoşîna azadiyê ya gelê me bigirin. Kengî xwestin vê bikin, tevgera me pêngav xist rojeva xwe, gav avêt û hewldanên wan pûç kir. Li ser vê bingehê ez bang li her kesî dikim ku li ser van esasan, li ser bingeha ruhê azadiyê di asta herî bilind de xwedî li erk û berpirsyariyên xwe derkevin û li ser vê bingehê ji hemû hevalan re serketinê dixwazim.
Bijî kongreya 10., Bijî şehîdên me yên leheng, Bijî Serok Apo."