1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 10 kesên hatibûne girtin axivîn
10 kesên hatibûne girtin axivîn,10,kesên,hatibûne,girtin,axivîn

10 kesên hatibûne girtin axivîn

'Hurmeta ku me li wir dît, heya niha me li tu deran nedîtiye'

A+ A-

10 kesên di 22'yê Gulanê de li gundên Karincak û Şaxuraya navçeya Lîceya Amedê ji aliyê HPG'iyan ve hatibûn girtin, di 26 Gulanê de serbest hatin berdan. Li ser navê gundiyan Muxtarê gundê Mêrgê Azîz Dogma axivî û diyar kir ku gundî rastî tu pirsgirekan nehatine.

10 kesên di 22'yê Gulanê de li gundên Karincak û Şaxuraya navçeya Lîceya Amedê ji aliyê HPG'iyan ve hatibûn girtin, di 26 Gulanê de serbest hatin berdan. Ji ber ku 10 gundiyên hatin girtin û serbest hatin berdan ji ber ewlehiya xwe neaxivîn, li ser navê gundiyan Muxtarê gundê Mêrgê Azîz Dogan, serpêhatiyên gundiyan vegot. Dogan diyar kir ku gundî ji ber ewlehiya wan tune naxwazin daxuyaniyê bidin çapemeniy û wiha got: "Ji ber ku gundî ditirsin daxuyaniyê bidin ez li ser navê gundiyan diaxivim."

Muxtarê gundê Mêrgê Aziz Dogan axivî. Dogan anî ziman ku gundî rastî tu pirsgirêkan nehatine û wiha axivî: "Sedema girtina gundiyan, di sala par li nêzî gund şer derketîbû. Di şer de 3 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Endamên HPG'ê ji bo vê bûyerê ronî bike û lêpirsînê bide meşandin û her wiha têkiliya van gundiyan di vî şerî de heye ya na 10 gundî birin." Dogan bilêv kir ku piştî ew serbest hatin berdan û şûnde fam kirin ku çima hatine girtin.

Dogan dest nîşan kir ku gundî di 26 gulanê de nêzî gund hatine berdan û wiha berdewam kir: "Piştî gundî hatin berdan ji bo îfadeyê ew birin Fermandariya Cendirmeyan a Lîceyê. Fermandariyê li vir îfadeyên wan girtin û piştî îfadeyên wan ew serbest berdan." Dogan diyar kir ku gundiyan gotine 'Kesên ku cihê em birinê em nizanîn, ji ber ku gava em birin çavên me girêdan û gava em anîn jî çevên me girêdayî bûn. Li tu muameleyê xerab nehat kirin. Xwarin û vexwarina xwe bi mere jî parve dikirin. Hurmeta ku me li wir dît, heya niha me li tu deran nedîtiye.'

Navên gundiyên hatibûn girtin evin: "Yaşar Çelîk, Emîne Çelîk, Mahfuz Çelîk, Mehmet Çelîk, Mehmet Emîn Yilmaz, Eşref Yilmaz, Saadettîn Yilmaz, Ramazan Yilmaz, Nurî Arpaslan û Ahmet Altîl.

sala par 3 endamên HPG'ê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Sala par di mijdara 2011'an de bi beşdariya sedan leşkeran li geliyê Cum û girê Cumayê operasyon pêk hatibû û di operasyonê de 3 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn.

(mhs/zk/mae)