10 leşker hatin kuştin
Hate diyarkirin ku di encama çalakiya gerîlayan a li ser riya Bedlîs û Êlihê de 10 leşker hatine kuştin. Her wiha hate ragihandin ku gerîlayan li Sêrtê pevçûn qewimiye û li Dêrsimê jî gerîlayan çalakiyek li dar xistiye.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan ên li Dêrsim û li ser riya Bedlîs û Êlihê de daxuyaniyek da û diyar kir ku herî kêm 10 leşker hatine kuştin.
LI SER RIYA ÊLIH-BEDLÎSÊ 10 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de der barê çalakiya gerîlayan a li ser riya Bedlîs û Êlihê de ev agahî hatin dayîn: “Di 3’ê Mijdarê de di saet 13.00’an de li ser riya Bedlês – Êlihê li dijî karwaneke leşkerî ya artêşa dagirker a tirk ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê 10 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayên me ve hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûye, herweha maşîneke reo û maşîneke akrep a bi zirx hatiye rûxandin 4 wesayit jî hatiye derbekirin”
LI DÊRSIMÊ ÇALAKÎ
Navenda Çapemenî Ragihandina HPG’ê der barê çalakiya gerîlayan a li Dêrsimê de got; “Di 1’ê Mijdarê de di saet 08.00’an de li Navenda Dersimê li nêzî gundê Çalkiran ê li herêma Zerguitê li dijî leşkerê artêşa dagirker a tirk ê derketiye operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
LI SÊRTÊ PEVÇÛN
Di daxuyaniyê de der barê pevçûna li Sêrtê de wiha hate gotin; “Di 4’ê Mijdarê de di saet 18.00’an de li navçeya Dehê ya bi ser Sêrtê li nêzî gundê Bokaç di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye. Di derbarê encama vê çalakiyê de di rojên pêş de wê agahî ji raya giştî re bê dayin.”
ANF NEWS AGENCY