"10'ê Îlonê wîjdan tê darizandin"
Rojnameger Altûn: 10'ê Îlonê wîjdan tê darizandin
Rojnameger û Edîtorê Rojnameya Azadiya Welat Çetîn, Altun, têkildarî darizandina darizandina 36 jê girtî 44 rojnamegerên kurd ku di 10'ê Îlonê de dest pê bike, diyar kir ku di şexsê darizandina rojnamegerên kurd de rastî û wicdan tê darizandin. Altun, da zanîn ku çapemeniya kurd a azad ji kevneşopiya berxwedanê tê û wiha got: "Ger ku serdestî û bêaliya hiqûqê hebe divê hemû hevalên me yên rojnameger serbest bên berdan. Zext çi dibin bila bibin heta niha me gelek bedel dane û ji bo ronîkirina rastiyan em dê bedelên din jî bidin.
Zext û zordariya li ser çapemeniya azad û çapemeniya kurd ji salên 90'a heta niha bi rê û rêbazên cur be cûr didomin. Di salên 1990'an de ji ber rojnamegerên kurd rastî ronî dikirin dihatin kuştin û revandin, niha jî rastî cezayê giran tên û tên girtin. Di salên 90'an de 8 rojnameger û 19 xebatkarên rojnameyê hatibûn qetilkirin. Herî dawî di 20'ê Kanûna 2011'an de li dijî 7 buroyên çapemeniya azad hemwext operasyon pêk hat û 44 kes hatin binçavkirin. Ji 44 kesan 36 kes hatin girtin. Rojnameger û Edîtorê Rojnameya Azadiya Welat Çetin Altun, der barê darizandina 44 rojnamegerên kurd ku 36 ji wan girtî ne û li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin ji nerînên xwe anîn ziman. Altun, diyar kir ku di 10'ê Îlonê de doza Rojnamegerên kurd li Stenbolê tê dîtin û ev roj di dîroka çapemeniya kurd û Tirkiyeyê dewekî rojek rojnameger tên darizandin e. Altun, da zanîn ku mirov dikare wekî dozek rûreşiyê û wekî rojek rûreşiyêbinir bi nirxîne. û wiha got: "Niha bidehan hevalên me jiber ku diqada rojnamegeriyê de mafe gel ê ragihandinê jigel re ragihandine hatine girtin. Ji ber ku hevalên me de barê bûyer û geşedanên pêk tên agahî dane raya giştî û cemawerî der barê bûyeran de agahdar kirine hatine girtin. Hevalên me yên bi rêya kovar, rojname, televîzyon û ajansan gel ronî kiriye tên darizandin. Di esasê xwe de dê azadiya ramanê bê darizandin. Ev roj bi qasî rojek girîng e di dîroka Tirkiyeyê de jî rojek rûreşiyêye. Ji bo Tirkiyeyê rojekşermê ye. Dema mirov bi giştî li dozên ku li gelê kurd vedibe binere. Ev dozê li rojnemegerên kurt tên vekirin jî perçeyekî vê konseptêye. Wekî kompestek giştî li hemberî kurdan tê memşandin. Li hemberî gelê kurd zext û zordarî tê meşandin. Gelê kurd bi qirkirinek fîzîkî û qirkirinek çandî ve rû bi rû dimîne. Bi komkujiyekê re rû bi rû dimîne. Rojnamegerên kurd jî di vê çarçoveyê de tên girtîn û tên darizandin. Niha 8 hezar siyasetmedarên kurd di girtîgehê dene. Parêzer, rojnameger, parazvanên mafên mirovan digirtîgehê dene. Bi giştî zext û zordariyek li hemberî gelê kurd tê memşandin.
'Ji bo tarî ronî û aşkere nebe hevalên me hatin girtin'
Altun, destnîşan kir ku dema pirsa 'Bi taybet çima li ser rojnamegerên kurd disekinin?' bipirsin, dibînin ku di dîroka 20'ê kanûna 2011'an de 36 rojnamegerên kurd hatin girtin û piştî vê yekê di 28'ê Kanûna 2011'an de 34 welatiyên sivîl ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin qetilkirin û ev yek sedema girtina hevalên wan aşkere dike. Altun, bibîrxist ku dixwazin rê pêşiya ronîbûnê bigirin û her tiştî di tarîyê debihêlin û wiha berdewam kir: "Ji ber ku hevalên me bûyeran ranî dikin tên girtin. Dema komkujiya li Roboskiyê pêk hat bi saetan çapemiya tirk bûyer sansur kir û bûyer bi civakê parve nekir. Tenê çapemeniya azad ev komkujî deqîqe bi deqîqe bi civakê re parve kir. Piştî ku çapemeniya kurd bûyer aşkere kir û belav kir, çapemeniya ku bi destê dewletê nûçe neda, êdî neçar ma ku bûyerê bibîne û li gorî ziman û daxwazên dewletê bide."
'Dewlet naxwaze rastiya wê aşkere bibe'
Altûn, destnîşan kir ku di şerê 30 salin li hemberî gelê kurd tê meşandin de degelek bûyerên bi vî rengî li hemberî gelê kurd pêk hatin û wiha berdewam kir: "Lê dewlet naxwaze bûyerên bi vî rengî belav bibe. Naxwaze gel der barê rastiyê de agahdar bibe. Niha zêdeyî mehek û nîvekê ye li Gever, şemzînan û çelê şerekî dijwar heye. Her tişt di destê gerîllayê HPG'ê de ye, lê wekîe ku tiştek li wir tune û li wir naqewime ser rastiyê bincil dike. Raya giştî ji vê rasiyê bêpar têhiştin. Lê dijberî vê yekê çapemeniya azad saet bi saet li wê derê rastiya geşedanên wir bi gel re parve dike û radigihîne. Rastiya wê derê ronî û aşkere dike. Di karakterê hikûmeta AKP'ê de her tim li ser çapemeniyê zext meşandin heye. Her tim dixwaze çapemeniyê bêdeng bihêle. Li gel ku ew qas çapemenî alîgrê AKP'ê ye û li gel AKP'ê cih digirin ser bûyeran vedişêre, hêjî Serokê Tirkiyeyê Repep Tayyip Erdogan radibe yek bi yek çapemeniyê tawanbar dike û gefan li wan dixwe. Hikûmeta AKP'ê û Erdogan rojnamegeran ji kar davêje û dixwaze li gorî xwe teşekê bide rojnamegeran. Dixwaze ligorî daxwazên wî binivîse. Çapemeniya tirk heta niha gelek caran hatiye tasfiyekirin, lê çapemeniya kurd û azad ji ber ku li gorî berjewendiyên dewlet, hikûmet û kesan tev nagere, li gel kuştin, girtin, binçavkirin û zextên dijwar li ser piyê xwe maye û di deber xwe daye. Ji ber ku li gorî daxwazên hikûmetê tev nagere her tim hedef tê nîşandan û hedef tê girtin. Sedema êrîşa çapemeniya kurd ev e. Ji ber ku çapemeniya kurd li gorî daxwaz û gotinên wan tev nagere dibe hedef. Tên girtin, tên kuştin û heta niha ji ber ku hevalên me ji rastiye tavîz nedane bi dehan hevalên me şehît ketine. Bi dehan hevalên me hatine girtin û bi dehan hevalên me sirgûn bûne."
'Çapemeniya azad ji kevpeşopiya berxwedêr tê'
Altun, da zanîn ku çapemeniya Azad heta niha gelek bedelên giran dane û wiha axivî: "Bedenlan îro jî dide, iro jî bi dehan hevalên me girtî ne. Bi bo rastiya gel û neteweyekî derkeve holê bedel hêj jî tên dayîn. Ji bo zilm û zordariya liser gel tê meşandin û berxwedana gel bê vegotin aşkere bike têkoşîna xwe berdewam dike. Çapemeniya kurt her tim zext û zordari li ber çavan girtiye û riya xwe berdewam kiriye. Dema mirov li dozê û îdîanameya hatiye amadekirin dinere, bawer dikim dozger jî dizane ku tiştekî çiqas eleweşt û bê wate ne. Di îdîanameyê de nakokiyên gelek mezin hene. Xuya dike ku wekî lîstik (sanaryoyekê) hatiye amadekirin."
'Ger ku serdestî û bêaliya hiqûqê hebe divê hevalên me serbest bên berdan'
Altun, daxuyand ku ew hevî dikin ku hevalên wan di roja dozê de serbest bên berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ger ku serdestî û bêaliya hiqûqê hebe divê hevalên me serbest bên berdan. Lê dema ku em li doz û rûniştinên siyasetmedar, parêzeran dinerin, em dibînin ku ji darizandinê wêdetir wekî şano û lîstikê hatiye amadekirin û biryar ji berê ve ve hatiye dayîn. Dozger û dadger ew rolê ku hikûmetê li wan bar kiriye rolê xwe dilîzin. Divê hiqûq bê alîbe, lê ji ber ku hiqûq ji aliyê serdest û dagirkeran ve hatiye çêkirin, hiqûq li gorî serdestan dimeşe."
Banga tevlêbûna dozê
Altun, destnîşan kir ku çapemeniya kurd her tim bûye deng û çavê gel û wiha got: "Her tim ji bo rastiyê ranî bike û rastî di tariyê de nemîne têkoşînek daye. Di 10'ê Îlonê de dê wîjdana gel bê darizandin. Gel tê darizandin. Di 10'ê Îlonê de doza rojnamegerên kurd tê dîtin. Banga me ji hemû der û dorên demokrat, hemû gelê me ewe ku wîjdanê xwe tenê nehêlin, deng bidin dengê xwe. Li rojnamegerên kurd xwedî derkevin."
(mae)