1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 11. Festîvala Jinê ya Zîlan bi "Hêvî" dest pê kir
11. Festîvala Jinê ya Zîlan bi "Hêvî" dest pê kir,11,festîvala,jinê,ya,zîlan,bi,hêvî,destpê,kir

11. Festîvala Jinê ya Zîlan bi "Hêvî" dest pê kir

A+ A-

ARAS ARARAT - LONDON 01.07.2014 07:02:38 Festîvala Jinan a Zîlan ku her sal bi awayekî kevneşop li paytexta Îngilîstan Londonê tê lidarxistin, bi nîşandana fîlmê "Hêvî" yê derhêner Yuksel Yavûz destpê kir. Li dû nîşandan fîlm a li sînema Rio, bi beşdariya çêkera fîlm Zulfiye Akkulak û parlamentera HDP'ê Ayla Akat panelek hat lidarxistin.

Festîvala ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Roj ve îsal cara 11. hat lidarxistin, li herêma Dalston a paytext Londonê roja Şemiyê, bi nîşandana fîlm û lidarketina panelê li sînema Rio destpê kir. Aktîvîteyên bi beşdariyeke girseyî pêk hatin bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê destpê kir. Endamên Meclîsa Jinê ya Roj Turkan Budak û Eylem Guler bi Kurdî û Îngilîzî axaftina vekirinê kirin. Di axaftina vekirinê de li gel xebatên meclîsa jinê ya Roj, di têkoşîna jinê ya Kurd de jiyana jinên sembol ên mîna Zîlan hat destnîşankirin.

Derhênerê Kurd Yuksel Yavûz ê di sala 2007'an de bi navê "Ji nêz ve Kurdistan - Close Up Kurdistan" re mora xwe avêt binê fîlmekî serketî, bi fîlmê "Hêvî" re, beşên ji jiyana têkoşînê ya çar jinên Kurd ên li qadên cuda radixe pêş çavan. Di dema nîşandana fîlm de bi taybetî di beşa nîşanda Sakîne Cansiz a di Çileya 2013'an de li Parîsê hat qetilkirin de, rondikên çavan bariyan.

Li dû nîşandan fîlmê ji 90 deqeyî, bi beşdariya çêkera fîlmê Hêvî Zulfiye Akkulak û parlamentera HDP'ê Ayla Akat panelek pêk hat. Di panela ku ji aliyê aktîvîsta jinê ya Kurd Evrîm Yilmaz ve hat birêvebirin de çêkera fîlm Akkulan pirsên li ser fîlm bersivand.

Piştre parlamentera HDP'ê Ayla Akat dema wê û Sakîne Cansiz hevdu dîtin û sohbeta xwe ya pê re vegot. Akat destnîşan kir ku êrîşa lid ijî Sakîne Cansiz êrîşa li hemberî têkoşîna jinên Kurd û têkoşîna azadiyê ya Kurd e. Akat ragihand ku dewlet ji rêxistinbûyîna ewçend xurt a jinan aciz e, lewma dikeve nava êrîşên ewçend mezin.

Panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû. 11. Festîvala Jinê ya Zîlan wê îro bi çalakiyên cuda dewam bike.