120 xwendekaran belgeyên xwe wergirtin
A+
A-
MÊRSÎN (DÎHA) - Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Mêrsînê ji 120 xwendekarên tevlî qursa zimanê kurdî bûn û bi serkeftî qurs xilas kirin belge dan.
Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Mêrsînê li Tesîsên Civakî yên Guneşê ji 120 xwendekarên tevlî qursa zimanê kurdî bûn merasîmek li dar xist. Di merasîma gelek xwendekar û malbatên wan tevlî bûn de Hevserokê KURDÎ-DER'ê Songul Keskîn, axivî û balkişand ser axaftina Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê Burhanettîn Kocamaz û wiha got: "Tu kî yî tu zimanê me kurdî qedexe dikî. Zimanê me zimanekî helel e. Bi salane em şerê çi didin. Hêza tu kesî tuneye zimanê me qedexe bike."
Piştî axaftinê ji 120 xwendekaran re belge hatin dayîn.
(bd)
Bêjeyên Miftehî 120,xwendekaran,belgeyên,xwe,wergirtin