1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 125 Salî ye hê jî nexweşan derman dike
125 Salî ye hê jî nexweşan derman dike,125,salî,ye,hê,jî,nexweşan,derman,dike

125 Salî ye hê jî nexweşan derman dike

A+ A-

ANHA -TIL TEMIR - Ebdulrehman El-Salim ji pêkhateya Ereb e û ji êla El-Tufêl e, li bajarê Til Temirê dirûne û bavê 15 zarokan û bavpîrê 67 neviyan e û tiştê balkêş bi temenê xwe 125 salî ye. di dermankirina nexweşan de bi dermanên kurdewariyê dixebite. Her wiha dermankirina wî ji zarokekî felcî re baweriya welatiyan bi dermanên wî zêde bû. El-Salim tevî dirêjbûna temenê wî û nexweşiyên bi wî ketine, hê jî nexweşan derman dike.

Li gorî tê gotin mezintirîn welatiyên herêma Cizîrê Ebdilrehman El-Salim e ku bi temenê xwe 125 salî ye. Li gundê Til El-Werid yê girêdayî bajarê Til Temir ji dayîk bûye. Jiyana El-Salim a koçberiyê di dawiyê de li bajarê Til Temir bi cih bû. El-Salim bi 3 jinan re zewiciye û bavê 15 zarokan (8 xort û 7 keç) e.

El-Salim di pîşeya xwe ya dermankirina nexweşan de berhemên xwezayî bikar tîne û ji bav û kalên xwe ev pîşe wergirtiye. El-Salim ji ciwantiya xwe ve di vê pîşeyê de dixebite û li gel bikaranîna wî ji berhemên xwezayî niha hin dermanan jî ji dermanxaneyan dikire û bi kar tîne. El-Salim piştî ku zarokekî nîv felcî îlac kir baweriya welatiyan bi dermanên wî gelekî zêde bû û gelek nexweş hemû bajarê Sûriyê, her wiha Urdun, Iraqê bi armanca îlackirinê dihat ba wî. El-Salim gelek şînkahî û berhemên xwezayê di hewşa xwe de diçîne û jê dermanan çêdike.

El-Salim ji 9 salan ve bi nexweşiya dil ketiye, lê nexweşiya wî li pêşiya erka wî ya dermankirina nexweşan nebû asteng.

Nûçegihanê ANHA’yê serdana mala Ebdilrehman El-Salim kir. Di serdanê de El-Salim wiha got: “Ji ber jiyana min a koçberiyê herî dawî ez li bajarê Til Temirê bi cih bûm. Min pîşeya xwe ya dermankirina bi dermanên kurdewariyê ji bav û kalên xwe wergirtiye û ez pê debara xwe û malbata xwe dikim.”

El-Salim di berdewama axaftina xwe de û derbarê kar û pîşeya xwe de wiha anî ziman: “Ez di vê pîşeyê de ji ciwantiya xwe ve dixebitim. Tevî ku ez ji xwendinê bêpar mam, li welatiyên herêmê gelekî baweriya xwe bi dermanên min tînin. Ez di îlackirina nexweşan de giya û dermanên kurdewariyê bikar tînim û di vê dawiyê de min hin derman bi şêwra bijîşk û dermanfiroşan kirîn û ez pê nexweşên xwe derman dikim. Hin dermanên ku min ji giyayan çêkirine li ba welatiyan bû mijara nîqaşan ji ber ku min bi vî dermanî zarokekî nîv felcî îlac kir.”

El-Salim got ku bêparbûna wî ji xwendin û dibistanê re ew gelekî tengezar kiriye û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Ji ber rewşa xizantiyê ya malbata min û hovîtiya dagirkeriya Firansiyan ku tirs di nava welatiyan de diçandin, bû sedema ez kesayeta xwe pêş nexim û ji xwendinê bêpar bimînim.”

El-Salim da zanîn ku ew bê ku li dibistanan bixwîne gihişt armanca xwe ya fêrbûna pîşeya bijîşkiyê û xweninê bê ku li dibistan û zanîgehan bixwîne.

El-Salim di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pîşeya wî netewperestiyê esas nagre û ji bo xizmeta hemû mirovahiyê ye û diyar kir ku wî li bajarê Til Temirê bi hemû pêkhateyan re li gorî hîmê biratiyan gelan û jiyana hevbeş, jiyaye.

DILSOZ DILDAR

(jh)