12 ciwanên Kurd hatin revandin
Li Şamê 12 ciwanên Kurd hatin revandin
Hat ragihandin ku roja 8’ê tebaxê 12 ciwanên Kurd li paytexta Sûriye Şamê hatin revandin. Hate zanîn ku di nava wan de zarokek jî heye û heta niha tu agahî ji wan nehatiye wergirtin. Hat diyarkirin ku ji aliyê hêzên rejîma Sûriyeyê ve hatine revandin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, tevî zarokek 12 ciwanên ji 8’ê tebaxê ve li taxa Teşrin a Şamê ji aliyekê hin kesan ve hatine revandin.
Li gorî nûçeya servîsa Erebî ya ANF’ê, her 12 ciwanên Kurd li taxa Erbîn di çewlikek a mirîşkan de dixebitîn û dema ji ser karê xwe vedigeriyan male, di rê de, di navbera taxên Qabûn û Teşrînê de li bazarê ji aliyê hêzên ewlekariya rejîma Esad û îstîxbaratê ve hatin rawestandin û piştre birine cihek nediyar.
Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê, ji bo aqubeta her 12 ciwanên Kurd ket nava liv û tevgerê, lê heta niha hêzên rejîê tu daxuyaniyek nedane.
ANF NEWS AGENCY