1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 12 girtiyên nexweş terkî mirinê kirin!
12 girtiyên nexweş terkî mirinê kirin!,12,girtiyên,nexweş,terkî,mirinê,kirin

12 girtiyên nexweş terkî mirinê kirin!

A+ A-

Di dema Hikûmeta AKP'ê ya ku her tim qala "demokrasiya pêşketî" dike de li girîgehan binpêkirinên mafan û muameleya xirab her diçe zêde dibe û li hemberî 248 girtiyên nexweş de bêdengî didome. Li girtîgehan 29 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û 12 girtiyên nexweş jî terkî mirinê hatin kirin.

Di dema hikûmeta AKP'ê de li dijî kurdan û hemû hêzên muxalîf şer hate îlankirin, girtîgen hatin tijîkirin. Hikûmet her tim qala "demokrasiya pêşketî" dike lê li aliyê din rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe. Li gorî daneyên 2001'an li girtîgehan 55 hezar û 209 girtî hebûn lê piştî ku AKP'ê bû desthilatdar ji 2002'yan heta niha hejmara girtiyan derket 122 hezar û 404. Li girtîgehan ji 100'î zêdetir girtiyên nexweş ên ku rewşa wan ne baş e hene û heke neyên dermankirin dê jiyana xwe ji dest bidin.

12 girtiyên ku rewşa wan giran e bi mirinê re rû bi rû ne

Di rapora ÎHD'a Amedê û TUHAD-FED'ê ya 2011'an li girtîgehan 248 girtiyên nexweş hene û rewşa wan acîl e û divê di demeke kin de bêne dermankirin. Ji wan jî 12 girtî di şert û mercên girtîgehê de divê nemînin û bêne berdan. Dîsa li gorî raporê 29 girtiyan di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan.

Ji bo ku bi rewşa girtiyên nexweş re eleqadar bibin ÎHD, TUHAD-FED, Odeya Tabîban, TÎHV'ê heyetek ava kir. Di nava heyetê de Sekreterê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî jî heye diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş li ber wan wekî pirsgirêkeke acîl disekine û anî ziman ku li girtîgehan bi sedan girtiyên ku li benda mirinê ne hene. Bîlîcî da zanîn ku ji wan rewşa 12 girtiyan pir giran e û divê li girtîgehê nemînin û bêne berdan. Bîlîcî wiha berdewam kir: "Ev girtî divê li derve bêne dermankirin. Lê çi heyf e ku heta niha heyetê encemak negirtiye. Lê rewşa wan her diçe giran dibe. Ji bo wan tiştek nayê kirin."

Bîlîcî bilêv kir ku girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Lê ev mirov di heman demê de di bin parastina dewletê de ne. Dewlet wan tedawî nake û destûrê ji nade. Wan bernade jî, nahêle malbat jî wan tedawî bikin. Ev yek derveyî mafên mirovan e û derveyî hiqûqê ye."

Bîlîcî destnîşan kir ku wen gelek caran ji Wezerata Dadê randewu xwestine lê her carê ev daxwaza wan bi hinceta "pêvajo guncaw nîn e" hatiye redkirin. Bîlîcî bi gotina "ez bi xemgînî tînim ziman ku ew girtî dibe ku jiyana xwe ji dest bidin" rewşa girtiyan anî ziman û diyar kir dê berpirsyarê vê dewlet be. Bîlîcî bilêv kir ku ji bo ku ev girtî bêne berdan çi ji destên wan bê dê bikin û rewşa wan bişopînin.

Li gorî rapora ÎHD û TUHAD-FED'ê girtiyên ku rewşa wan pir giran in ev in:

*Abdul Samet Çelîk: Li Girtîgeha Tîpa F a Sîncane ya Hejmar 2 dimîne. Pençeşêr e û rewşa wî giran e.

*Mehmet Aras: Li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê dimîne. Pençeşêr e û rewşa wî giran e.

*Nîzamettîn Akar: Li Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê dimîne. Pençeşêr e û drewşa wî giran e.

*Îzzet Turan: Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dimîne. Ulsera made pê re heye, hestiyên wî dihelin, di pişta wî di fitq heye û gurcikên wî têrê nake, rewşa wî giran e.

*Îsmet Ayaz: Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne. 10 sal in nexweşiya çolyake pê re heye, rewşa wî giran e.

*Taylan Çîntay: Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne. Pençeşêr e û rewşa wî giran e.

*Hediye Aksoy: Li Girtîgeha Bakirkoyê dimîne. Çavên wê nabîne, Emeliyatên giran derbas kir, nikare xwarinê bixwe û rewşa wê giran e.

*Temîno Baysal: Li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê dimîne. Felc e û di nava nivînan de de nikare hereket bike. Rewşa wî giran e.

*Latîf Bodur: Li Girtîgeha Tîpa M a Mîdyadê dimîne. Pençeşêr e û rewşa wî giran e.

*Halîl Guneş: Li Girtîgeha Tipa D a Amedê dimîne. Pençeşêr e, di pişika wî di ur heye û nexweşiya epilepsiyê pê re heye. Rewşa wî giran e.

*Îmam Çelîk: Li Girtîgeha Tîpa F a Hacilarê ya Kirikkaleyê dimîne. Hefizeya xwe winda kiriye. Bêyî alîkarî nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Rewşa wî giran e.

*Hayatî Kaytan: Li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê dimîne. Ji ber sermayê peçiyên lingên wî û tiliyên wî hatine jêkirin. Ji ber ku di mejiyê wî de ur hebû hate ameliyatkirin. Rewşa wî giran e. DÎHA (sa)