1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 139 mafên zarokan hatin binpêkirin
139 mafên zarokan hatin binpêkirin,139,mafên,zarokan,hatin,binpêkirin

139 mafên zarokan hatin binpêkirin

Vakfa Koçberiyê: Di cotmeh û kanûna 2012'an de 139 mafên zarokan hatin binpêkirin

A+ A-

Vakfa Koçberiyê, "Rapora Şopandina Binpêkirina Mafên Zarokan" a meha Çotmeh, Mijdar û Kanûna 2012'an amade kir û aşkere kir. Vakfê diyar kir ku di nava 3 mehên dawiya 2012'an de 25 zarok ketine nava hewldana întîxarê û ji 25 zaran 18 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Vakfê anî ziman ku di 3 mehên dawiya salê de 139 mafê zarokan hatiye binpêkirin.

Vakfa Alîkriya Mirovan û Koçberiyê (GOÇ Vakfi), xebat, lêkolîn û çavderiyên meha cotmeh, mijdar û kanûna 2012'an kir rapor û amade kir. Vakfa Koçberiyê bi slogana "Temaşe nekin, Zarokan bi zorê nedin zewicandin, întîharên zarokan rawestînin" "Rapora Şopandina Binpêkirina Mafên Zarokan" amede kir û aşkere kir. Li gorî raporê li tevahiya Tirkiyeyê di nava 3 mehên dawiya salê de 25 zarok ketin nava hewldana întîharê û jê 18 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî i giranî birîndar bûn. Vakfê anî ziman ku sazî û rayedarên eleqeder pir sersar nêzî mijarê dibin û ev yek fakarên wan zêde dike. Vakfê da zanîn ku ji 25 kesên întîhar kirin jê 6 heb bûkên zarok bûn û wiha got: "Li Tirkiyeyê rewşa bûkên zarokî pir xirab in. Ev jî nîşaneya îhlala mafê zarokan in. Ji ber ku tedbir nayên girtin mafê zarokan zêde tên binpêkirin. Mafê zarokan ên xalên 6, 3 û 24, ên hêmara 2829'an hatine binpêkirin. Binpêkirina mafên zarokan ên tenduristî, ewlehî û civakî, di heman demê de îhlala peymana Mafên Zarokan a dewletê ye. Dewlet lazime tenduristi, ewlehî biparêze.

Vakfê da zanîn ku Komîteya Mafên Zarokan der barê Bûkên Zarokî (yên temenê wan di bin 19 salî re) û întîharên zarokan, di 15'ê Hezîrana 2012'an de têkildarî rûniştina 60'emîn a Rapora Tirkiyeyê de rapora çavderiyê amade kirin û di vê raporê de hem fikarên xwe û hem jî rexne û pêşxniyarên xwe pir zelal û aşkere nivîsandine.

'Dane rastiyan li ber çavan radixe'

Vaqfê da zanîn ku rapor û daneyên ku hatine komkirin her tiştî aşkere û vekirî li ber çavan redike û rewşa mafê zarokan aşkere dike. Vakfê da zanîn ku li gorî çavdêrî û raporê mafê ewlehî, tenduristî, perwerdehî, aborî, mafê jiyanê, îşkence, zext û tundiyê tê binpêkirin.

Binpêkirina mafan: 139

* Mirin: 79

* Birîndar: 60

* Mafê parastina zarokan: 62

* Zewaca bi zorê ya zû: 13

* Îstismara zayendî: 15

*Amûrkirina metîngeriya zayendî: 5

* Tundî: 6

*Îstismara îhmalê: 23

*Pergala edaleta zarokan: 27

* Binçavkirin: 11

*Girtin: 13

* Ceza: 3

* Mafê perwerdehiyê: 4

*Mafê tenduristiyê: 1

* Îşkence û muameleya xerab: 1

* neparastina li hemberi çekan: 12

(mae)