13 hezar kesan ji Enbarê koç kirin
11:44 11.01.2014
HEWLÊR (DÎHA) – Di encama şer û pevçûnên bi heftiyane li parêzgeha Enbar a Iraqê di navbera çekdarên DAİŞ, hêzên ewlekariyê yên Iraq û eşîrên li herêmê de didome. Di encama şer de bi hezaran malbat neçar dibin ji herêmê koç bikin. Berî 2 rojan jî helîkoptereke artêşa Iraqê li Enbarê ket û heta niha bi sedan kes ji herdu aliyan hatine kuştin û birîndar bûne.
Bi heftiyane li bajarê Enbarê şer didome. Şer di navbera artêşa Iraq û çekdarên eşîran li aliyekê ligel çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAİŞ) didome. Ji ber şer û pevçûnan rewşa bajêr aloz bûye û bi hezaran malbat neçar bûne ji bajêr derbikevin. Derbarê penaberbûna welatiyan de, berdevkê fermî yê Heyva Sor a Iraqê Mihemed el-Xizabî ji malpera Xendan re got: “Rewşa bajarê Fellûce û parêzgeha Enbarê pir aloze. Ev bandorê li xebatên wan jî dike.” El-Xizaî wiha got: “Heta niha 13 hezar xêzan ji parêzgeha Enbarê koçber bûne. Piraniya wan jî ji bajarê Fellûce û bajarokên derdora wê ne.”
PUK media re ragihand ku 13 hezar kes ji ber şer û pevçûnênn li Enbarê, ber bi Hewlêrê ve hatine û piraniya wan ji Fellûce ne.
Roja 8’ê Çile, nivîsîngeha fermî ya fermandarê giştî yê hêzên çekdarî û serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî di daxuyaniyekê de ragihand ku helîkoptereke wan a şer li Enbarê ketiye xwar. Li gor wê daxuyaniyê helîkopter ji ber rewşa xirab a hewayê ketiye xwar û 4 kesên di nav de jî jiyana xwe ji dest dane.
Kanala el-Erebiye, ragihand ku artêşa Iraqê hêzekî zêdetir şandiye parêzgeha Enbarê. Berdevkê hêzên leşkerî yê Iraqê ragihand ku di bombebarana hêzên esmanî yên Iraqê de 25 çekdarên DAİŞ’ê hatine kuştin.
Tê gotin ku li Enbarê li dijî otobusekî leşker di nav de, êrişekî bi bombeyan pêk hatiye. Di encamê de 4 leşker mirine û 35 jî birîndar bûne. Di şer û pevçûnan de heta niha ji herdu aliyan bi dehan kes hatine kuştin û birîndar bûne. Li gor hinek îdiayan jî, DAİŞ dixwaze ji Sûriyê derbikeve û derbasî Iraqê bibe. Armanca wê jî ew e ku Iraqê bike meydana xwe ya şer. Herwiha tê îdiakirin ku çekdarên DAİŞ’ê êrişî baregeheke leşkerî ya Iraqê kirine û gelek tank xistine di bin destê xwe de.
Li aliyê din jî hêzên pêşmergeyan ên Herêma Kurdistanê, ji bo herêmên ser sînor hatine şandin. Berpirsên Herêma Kurdistanê jî bang li eşîrên kurdan ên li Enbarê kirine ku li hemberî DAİŞ’ê çek hilbigirin û xwe biparêzin.
Berpirsekî parastinê yê Îranê yê bi navê Mihemed Hîcazî jî ragihand ku ew amadene di warê leşkerî de alîkariya artêşa Iraqê bikin. Amerîka û Rûsyayê jî piştgiriya xwe ya ji bo artêşa Iraqê ragihandin.
Miftiyê Iraqê Rafî er-Rîfaî bang li tevayî gelê Iraq û bi taybet jî yê parêzgeha Enbarê kir ku xwe li hemberî artêşa Iraqê biparêzin. Rîfaî daxwaz ji eşîretan kir ku zarokên xwe ji nav artêşa Iraqê derbêxin.
(mt/mae)